Kamîz Şeddadî

Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Rûsyayê

Kamîz Şeddadî

Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Rûsyayê

Jînname

Mijarên raportên Kamîz Şeddadî bi giranî rojeva siyasî, aborî û civakî ya Rûsyayê, herweha jiyana diyaspoeraya kurdên sovyeta berê ne. 
Wî ji nêz ve gotûbêjên Astana yên li ser qeyrana Sûriyê, hevdîtinên Pûtîn û Erdogan ên li ser Rojavayaê Kurdistanê, rûmal kiriye.
Bi berdewamî bi pirsên xwe peywendiyên Rûsya û Başûrê Kurdistanê, herweha rewşa Rojavayê Kurdistanê dike mijara press-konferansa Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê.

Raportên wî yên taybet, ên li ser jiyana civakî, çandî û hunerî, herweha li ser arîşeyên diyasporaya Kurd a li komarên sovyeta berê pir bala temaşavanên Rûdawê dikşînin. 

Kamîz Şeddadî  sala 1963an li Kurdistana Sor (Azerbaycan) - li gundê Çiraxlî yê Laçînê ji dayik bûye. Li Bakûyê ji Zanîngeha Polîteknîk dîplomaya Endezyariya Metalûrjî wergirtiye. Doktoraya (PhD) xwe ya li ser Biwêjên Kurdî di beşa Îransîtî ya Enstîtuya Zimanzanî ya Akademiya Zanistên Rûsyayê nivîsiye.

Ji sala 1992 an ve dest bi rojnamevaniyê kiriye. Li Bakûyê di Beşa Kurdî ya Radyoya Azerbaycanê de edîtorî û bêjerî kiriye. Ji sala 2003ê ve li Moskowê edîtoriya kovara «Dostanî» (Rûsî-Kurdî) kiriye û di rojnameya «Kurdistana Azad» de, di ajansên ANM, ANF û AKNews û di radyoya «Dengê Rûsya»yê de peymanêrî kiriye.

Ferhengsaz e, hevnivîskarê Ferhenga Mezin a Rûsî-Kurdî ye. 
Di gel çend wergerên wî yên ji rûsî û tirkî, pirtûka wî ya Rêvebernameya Kurdî-Rûsî çap bûne. 
Li Zanîngeha Moskowê dersa zimanê Kurdî daye xwndekarên Rûs. Ji bilî Kurdî, zimanên Rûsî, Azerî û Tirkî û Farsî jî dizane.

Ji sala 2015an  veli Moskowê peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ye. 
Li Moskowê dijî, zewiciye û bavê sê zarokan; du keç û kurekî ye.