TIFLÎS - Karsazên Kurd û Gurcî li hev civiyan: ‘Me li hev kir’

11-04-2025
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Karsazên Kurd û Gurcî li hev civiyan / Wêne: Rûdaw
Karsazên Kurd û Gurcî li hev civiyan / Wêne: Rûdaw
A+ A-

Tiflîs (Rûdaw) – Li Tiflîsa paytexta Gurcistanê karsazên Kurd û Gurcî li hev civiyan.

Karsazên Kurd ên ji Gurcistan, Qazaxistan, ji Başûr û ji Rojavayê Kurdistanê her wiha ji Ewropayê, li gel Yekîtiya Bazirganiyê ya Gurcistanê perspektîfên hevkariyê gotûbêj kirin.

Kombûn bi serpereştiya Yekîtiya Karsaziyê ya Kurdistan û Gurcistanê hatiye lidarxistin ku beriya çend mehan hatiye damezirandin.

Yekîtiya Karsaziyê ya Kurdistan û Gurcistanê Otar Nadiryan anî ziman:

“Me li hev kir ku li Tiflîsa paytexta Gurcistanê bi beşdariya karsazên Kurd ên ku li dewletên cuda ku karsazî û bazirganiyê dikin Foruma Bazirganiyê saz bikin.

Ji xwe armanca kombûna me ya îro ew e ku karsazên Kurd û karsazên Gurcî bînin ba hev da ku rêyên hêsankirina veberhênana karsazên Gurcî li Kurdistanê û û yên Kurdan li Gurcistanê gotûbêj bikin.”

Di salên dawî de Gurcistan dibe navendeke veberhênan û bazirganiyê lewma çend dehlîzên veguhastinê yên heyî û yên potensiyal ji wî welatî re derbas dibin.

Cîgirê Serokê Yekîtiya Bazirganiyê ya Gurcistanê Akakî Saxîraşvîlî jî got:

“Vê gavê li Gurcistanê karsaziya di sektora avahîsaziyê de pir baş bi pêş de diçe.

Bi nêrîna me ev sektor xwedî potansiyaleke mezin e ji bo hevkariya li gel karsazên Kurd.

Her wiha sektora geşt u guzariyê ku beşeke girîng a aboriya me ye, em wekî sektoreke ji bo hevkariyê dibînin.”

Di gotûbêjan de karsazên Kurd û Gurcî hem potensiyala welatên xwe bi hev dan nasîn, hem jî sektorên gengaz ên bazirganiyê yên ji bo hevkariyê raxistin ser mêzê.

Karsazê Kurd ê ji Qazaxistanê Wezîr Mîrzoyev da zanîn:

“Ez li Qazaxistanê di navbera Çîn, Qazaxistan, Tirkiye û welatên din de karê lojîstîkê ango transportê dikim.

Pêşniyara min a hevkariyê gelekî bi xweşiya wan çû û bi niyet in ku vî karî li vir jî berdewam bikin.”

“Divê siyasetmedar xwe biguncînin”

Karsazê Gurcî Georgî Ûdzîlaurî jî got:

“Li vir hejmareke mezin a Kurdan dijîn ku ji bo wan serdana Kurdistanê arîşeyeke mezin e.

Wekî mînak, kesên ku dixwazin biçin ziyareta pîroziyên dînî an jî ji bo hevdîtin û hevkariya bazirganiyê hene.

Loma divê siyasetmedarên her du welatan hizir bikin ka çawa xwe li gorî leza bazirganiyê biguncînin.”

Gurcistan di navbera Ewropa û Asyayê de ye û di demeke nêzîk de dê bibe navendeke girîng a veguhastinê ya Rêya Hewrişîmê ya nûjen.

Yek ji sektorên sereke yên aboriya Gurcistanê turîzm e ku salane zêdetirî 4 milyar dolar ji budçeyê re tîne.

Sala 2022an li Gurcistanê di sektora hilberînê de 3 hezar û 905, di sektora xizmeguzariyê de 2 hezar û 934 û di bazirganiyê de jî hezar û 36 kompanya ketibûn lîsteya fermî ya dewletê lê îro ev hejmar du caran zêde ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst