Şerê Rûsya û Ukraynayê: 'Dê bibe pêngaveke ber bi şerê atomî ve'

19-02-2025
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Aleksey Çepa û Oleg Îvanov /Wêne: Rûdaw
Aleksey Çepa û Oleg Îvanov /Wêne: Rûdaw
Nîşan Aleksey Çepa Oleg Îvanov Rûsya Amerîka Ukrayna
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Yek ji mercên Amerîkayê ji bo danûstandinên li ser Ukraynayê ew e ku divê Rûsya ji bo tawîzên erdnîgarî amade be û soz bide ku di paşerojê de hêza leşkerî bi kar neyîne.

Ev daxuyanî ji aliyê Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê ji bo Rûsya û Ukraynayê Joseph Keith Kellogg ve hat dayîn.

Li Moskowê helwesta siyasetmedaran li ser mercên destpêkê yên Amerîkayê ne yekreng bû.

"Ev rêya ber bi bidawîanîna şer gelekî girîng e"

Cîgirê Serokê Komîteya Karûbarên Navneteweyî ya Dûmayê Aleksey Çepa got:

"Hinek helwest dibe ku gengaz bin. Bi nêrîna min, ev hewldan, ev rêya ber bi bidawîanîna şer gelekî girîng e.

Hewldana ne ji bo rawestandinê lê ji bo bidawîkirina şer e. Ji ber ku ev pirseke global e, pirsên ewlehiyê ne, ewlehiya Rûsya, Ewropa û ya giştî ye."

Di vê navberê de, gotinên Cîgirê Serokê Amerîkayê J. D. Vance ku li gorî medyaya Amerîkayê, gef li Serokê Rûsyayê Vladimir Putin xwaribû ku eger rêkeftina li ser Ukraynayê nepejirîne, Amerîka dê hêzên leşkerî bişîne Ukraynayê, li Moskowê bû sedema dilgiraniyê.

Her çend Vance paşê ev gotin red kirin jî, dîplomatên Rûsî retorîkên wiha gelekî xeternak dibînin.

"Dê bibe pêngaveke ber bi şerê atomî ve"

Profesorê Akademiya Dîplomasiyê ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Oleg Îvanov wiha got:

"Amerîka dê razî be ku eger Ewropî di nav xwe de li hev bikin û hevpeymaniyekê saz bikin û welatekî ne Ewropî lê zêde bikin, wekî mînak Kanadayê, hingê belê, pêkan e ku leşkeran bişînin Ukraynayê.

Lê ev yek dikare bibe sedema pevçûneke leşkerî ya rasterast bi Rûsyayê re û ew jî êdî dibe pêngaveke ber bi şerê atomî ve. Ev gelekî metirsîdar e.

Min dê hişyarî bidaya wan kesên ku hizra vê yekê dikin an jî handana vê yekê dikin, bila vê yekê nekin."

Bê guman, heta ku rêberên Rûsya û Amerîkayê rû bi rû rûnenin û çarçoveya rêkeftineke gengaz a li ser Ukraynayê aşkere nekin, li ser vê mijarê nîqaşên curbicur dê berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst