Zeviyên genim ên Rûsyayê ji ber sermayê zerer dît

01-06-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Zeviyên genim ên Rûsyayê ji ber sermayê zerer dît / Wêne: Rûdaw
Zeviyên genim ên Rûsyayê ji ber sermayê zerer dît / Wêne: Rûdaw
Nîşan Rûsya Genim Serma
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Li Rûsyayê ji ber sermayê meha gulanê li hin herêman zêdeyî 800 hezar hektar zevî  zerer dît û ji nav çû.

Li gorî pisporan, ji ber vê yekê dibe ku berhemê genim ên cîhanê kêmtir bibin.

Jixwe vê yekê yekser bandor li bazarên cîhanê kir û li borsayan nirxê genim ji sedî 23,5 bilind bû.

Tê pêşbînîkirin, ku ev yek bi xwe re, dê hîn zêdetir giranbûna nan û berhemên ardê jî bîne.

“Rejeya hinartina genim dê dakeve”

Serokê Yekîtiya Hilberînerên Dexlûdanê ya Rûsyayê Arkadiy Zloçevskiy got:

“Bê guman, rêjeya hinartina me ya genim dê dakeve. Lê ew nayê wê wateyê ku Rûsya dê ji bazara cîhanî derkeve.

Tenê bikirên me yên hertimî dê ji sala berê kêmtir genim werbigrin ji me. 

Her çi bihaya nan e, ew sal bi sal bi berdewamî biha dibe.

Tevî ku li bazarên cîhanê bihayê genim van du salên dawî berjêr çûye.

Lewre, bihaya nan ne bi bihaya genim, belkî bi lêçûnên din ên mîna sotemenî û veguhastin û bi wijdana nanjêpajan ve girêdayî ye.”

Nan ji sedî 10-13 biha bûye

Li gorî amarên fermî, li Rûsyayê ji destpêka sala 2024an bihaya nan û berhemên ard ji sedî 10-15 giran bûye.

Lê tê payîn ku ev rêje dê hîn jî bilind bibe.

Bijîşka diranan Mariya Zubatkînayê got:

"Ez bawer nakim ku xelk birçî bimîne. Hin pakêtên alkariyê yên hikûmetê hene ji bo hejaran.

Bi taybetî ji bo xanenîşîn û ji bo kêmderametan bihaya hin berheman tê şikandin."

“Divê bihayê nan giran nebe”

Malnişîn Tamara Fedorovnayê jî got:

“Divê bihayê nan giran nebe. Wekî ez zanim, yedekên dewletê her tim hene.

Sexberiyên dewletê her tim ji bo rojên reş hebûye. Ez tênagihêjim, xanenîşîn, xwendekar çawa dijîn."

Karkerê înşaetê Yan Boyçuk jî got:

“Qey na, bihayê ku îro heye divê wekî xwe bimîne. Ez zanim di dikanan de çi diqewime, ez bi xwe, ji giranbûnê zehmetiyê dikşînim.”

Xxwendekara zanîngehê Yana Martinovayê jî got:

“Nan, yek ji berhemên sereke ye ku mirov pê dijî. Piraniya xelkê elîmîne ku her tim nan bikirin.

Loma jî bi ya min, dê gelek ziyan bikeve welatiyên me.”

Wezareta Çandiniyê ya Rûsyayê diyar kir ku zeviyên ji nav çûne dê ji nû ve bên ajotin lê pispor dibêjin, li gorî avhewaya Rûsyayê, li wan zeviyan genim êdî nagihêje.

Analîst pêşbînî dikin ku di demsala 2024/2025an de hilberîna dexlûdanê ya li Rûsyayê dê 129 mîlyon ton be.

Ev rêje, daketinake pir cidî ye, ji ber ku pêşbîniyên berê, ya mîna sala çûyî, an ku  heta 147 mîlyon tonan bû.

Par Rûsyayê derdpra 63 mîlyon tonan dexlûdan hinarde kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst