Li Rûsyayê qedexekirina hinartina sotemeniyê bû sedema krîzeke nû

13-10-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Rûsya Hinartina Sotemeniyê
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Qedexeya hikûmeta Rûsyayê ya hinartina sotemeniyê êdî encamên xwe yên pêşîn nîşan didin.

Li borsayan bihayên benzîn û mazotê ber bi jêr ve çûn.

Lê pispor hişyarî didin ku ger qedexe zû ranabe, rafîneriyên neftê yên Rûsyayê bi demkî dê bên girtin.

Herwiha pispor dibêjin ev yek jî dê bibe sedema kêmbûna sotemeniyê di bazara navxweyî de û bilindbûna bihayê wê.

“Divê hikûmet nehêle ku sektora neftê jî hilneweşe”

Serokê Navenda Lêkolînên Neft û Gazê ya Cîhan û Rûsyayê Vyaçeslav Kulagîn got:

“Vê gavê em çavdêriya giranbûna bihaya benzînê nekin heta dibe ku hinek erzantir jî bibe.

Paşê rewş, bi tevgera hikûmetê ve girêdayî be, ka ew dê çi gavan bavêje.

Lê wekî prensîp, vê gavê ji bo mezêxeran rewş ewleye, ji ber ku pir aşkere diyar e ku armanaca siyaseta hikûmetê ew e ku biha ji enflasyonê zêdetir bilind nebin.

Lê ji aliya din, divê hikûmet nehêle ku sektora me ya neftê jî hilneweşe.

An ku kompaniyên me ciyê xwe li bazarê cîhanê winda nekin û her weha  li torên benzînxaneyan jî arîşe rû nedin.”

Bi qedexeya hinartinê re, di maweya hefteyekê de bihaya firotina tomerî ya benzîn bi rêjeya ji sedî 20 û ya mazot jî ji sedî 16 daketiye.

Li benzînxaneyên Moskowê niha benzîna normal bi 50,30 rubleyî, ya premium bi 58,30 rubleyî û ya mazotê jî bi 62 rubleyî tên firotin.

“Giranbûna benzînê bandoreke cidî li xelkê dike”

Şofêrê bi navê Zaur diyar kir “Benzîn ji xwe giran e û ev yek banoreke cidî li rewşa darayî ya xelkê û ajokeran dike.

Ji xwe, tabeleyên li benzînxaneyan rewşê baş nîşan didin. Dînamîka guhertinê, tenê giranbûn e.”

Şofêrê bi navê Yakov  wiha anî ziman, “Lêçûnên min gelekî zêde bûne.

Heşt meh berê, min depoya xwe bi 3 hezar û 800 rubleyî fûl dikir. Îro min bi 4 hezar û 700 rubleyî tije kir. Depoya min 75 lître mazot digre. Hesab bikin.”

Her çi giraniya bandora qedexeya Rûsyayê ya mazotê li bazara cîhanî ye, pispor dibêjin, ev yek dê bi dirêjahiya maweya qedexeyê ve girêdayî be.

Bi baweriya wan, her ku rezervên navxweyî tije bibin, ji ber nebûna depoyên vala, Rûsya dê bi neçarî ji nû ve dest bi hinartinê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst