Serdana Mehmûd Ebas a Rûsyayê hat paşxistin

08-11-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Mehmûd Ebas Rûsya Filistîn Xeze
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku serdana Mehmûd Ebas a Moskowê ku biryar bû di 15ê Çiriya Paşîn de were kirin, li ser daxwaza Filistînê hatiye paşxistin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mixayil Bogdanov diyar kir ku serdana Serokê Filistînê Mehmûd Abas a ji bo Moskowê ji bo nîvê meha Çiriya Paşîn hatibû plankirin, hat paşxistin.

Mixayil Bogdanov got, "Serdana ku ji bo 15ê Çiriya Paşîn hatibû plankirin, li ser daxwaza rêveberiya Filistînê hat paşxistin."

Bogdanov diyar kir ku aliyê Filistînê behsa rewşa dijwar a herêmê kir ku di encamê de Ebas nikare ji Ramalahê derkeve.

Herwiha Bogdanov tekez kir ku Moskow rewşê bi têgihiştinê pêşwazî dike.

Berî niha Wezareta Karên Derve ya Filistînê ragihandibû ku Mehmûd Ebas plan dike ku heta dawiya îsal biçe serdana Rûsyayê.

Di 7ê Çiriya Paşîn de, medyaya Rûsyayê ragihandibû ku hewldaneke sûîqestê li dijî serokê Filistînê Mehmûd Ebas hatiye kirin.

Li gorî medyaya Rûsyayê kesên nenas bi çekên otomotîk gule li konvoya rêberê Filistînê reşandine.

Hat destnîşankirin ku di dema gulebaranê de yek ji zêrevanên Serokê Filistînê hatiye kuştin.

Der barê rewşa Mehmûd Ebas bi xwe de tu agahî nayê zanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst