Rûsên ku li dijî şer derkevin dikarin beşdarî olîmpiyadan bibin

02-12-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Werzişvanên Rûs Lada Vasilyeva û Andrey Butko/Wêne: Rûdaw
Werzişvanên Rûs Lada Vasilyeva û Andrey Butko/Wêne: Rûdaw
Nîşan Rûsya Komîteya Olîmpiyadê ya Rûsyayê Olîmpiyadên Parîsê
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Komîteya Navneteweyî ya Olîmpiyadê bangî werzişvanên Rûsyayê kir ku eger ew li dijî şerê Rûsyayê yê li Ukraynayê derkevin, dikarin beşdarî Olîmpiyadan bikin.

Jixwe Komîteya Navneteweyî endamtiya Komîteya Olîmpiyadê ya Rûsyayê ji 12ê Çiriya Pêşînê ve rawestandiye.

Sedem jî ew e ku Komîteya Rûsyayê encûmenên olîmpiyadê yên herêmên Donetsk Lugansk, Zaporojye û Xersonê bi xwe ve girêdaye.

Komîteya Olîmpiyadê ya Rûsyayê ji ber biryara rawestandina endamtiya wê, li dijî Komîteya Olîmpiyadê ya Navneteweyî, doz vekiriye.

Dadgeha Hakeman tenê bihara 2024an dikare li ser vê mijarê kom bibe. Wate, werzişvanên Rûsyayê nikarin di bin alaya Rûsyayê de beşdarî Olîmiyadên Parîsê bibin.

Andrey Butko haltervanê Kluba Lokomatîvê ya bajarê Dmîtrovê ye.

Butko beşdarî dehan turnûvayên navxwe û navneteweyî bûye û xelatên bilind standiye ku di nav de şampiyoniya cîhanê jî heye.

“Em ne siyatmedar in, em werzişvan in”

Haltervan û şampiyonê cîhanê Andrey Butko diyar kir ku divê werziş nebe amraza siyasetê û wiha pê de çû:

“Em ne siyatmedar in, em werzişvan in. Em dixwazin bi werzişê re mijûl bibin.

Em dixwazin bi hev du re pêşbaziyê bikin. Bi ya min, ya rast ev e. Em xwe nexin siyasetê û ew ji me re ne lazim e.

Lê çima me ji olîmpiyadan dûr dixin, min dûr dixin, ez vê yekê fem nakim. Ez naxwazim nêrîna xwe li ser kesên din ferz bikim lê bi nêrîna min, ev ne rast e.

Ez dixwazim bi werzişvanên mîna xwe re pêşbaziyê bikim lê naxwazim bi hin mijarên siyasî re mijûl bibim.”

Lada Vasîlyeva melevaneke profesyonel e. Ligel çendîn madalyayên, nasnavê “Hosteya Werzişê” jî wergirtiye.

Vasîlyevayê çar salên dawî, xwe ji bo Olîmpiyadên Parîsê amade kiriye lê diyar e beşdarîkirin dê nebe para wê.

“Bi salan rahênanê dikî paşê ji te re dibêjin tu nikarî beşdar bibî”

Melevan Lada Vasilyevayê got, “Çendîn salan her rahênanê dikî û rahênanê dikî… û paşê, ji te re dibêjin tu nikarî beşdarî olîmpiyadan bibî.

Bê gumen, ev derbeyeke mezin e lê ji bo min, ya sereke ew e ku ez xwe, li ser lawaziyên xwe, xwe bi ser bixim û disîplîna xwe xurtir bikim.

Divê zêdetir bixebitim. Bila hemû di nav dostanî û aştiyê de bin.”

Hikûmeta Rûsyayê ji aliya xwe ve bê çare nema û projeyeke mezin, mîna alternatîva Olîmpiyadên Parîsê ya bi navê Lîstikên Dostaniya Cîhanê pêşkêş kir ku dê meha Îlona sala 2024an were lidarxistin.

Komîteya Navneteweyî ya Olîmpiyadê vê carê jî bangî Komîteyên Olîmpiyadê yên neteweyî kir ku Lîstikên Dostaniyê yên Cîhanê yên li Rûsyayê boykot bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst