Moscow (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump bang li Rûsyayê kir ku operasyonên leşkerî yên li Ukraynayê bi lez bi dawî bike.
Li aliyê din, berpirsên Rûsyayê ji Rûdawê re dibêjin lihevkirina bi Amerîka û welatên rojava re xwexapandin e.
Trump diyar kir ku eger ew di demeke nêzîk de li hev dû nekin, ew dê neçar bimîne bac û cezayên zêdetir deyne ser Rûsyayê.
Li aliyê din Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî 20ê Kanûna Paşîn di roja sûndxwarina Donald Trump de pîrozbahî li wî kir û eşkere kir ku ew ji bo diyalogê amade ye.
Parlamenter û Alîkarê Serokê Komîteya Siyaseta Aborî ya Dumayê Mikhail Delyagin li ser pêşhatên dawî yên navbera Rûsya û Amerîkayê ji Rûdawê re axivî.
“Rêkeftina bi rojava re xapandin e”
Mikhail Delyagin eşkere kir ku Rûsya dê li gorî biyarên Amerîkayê tevnegere û wiha domand:
"Rûsya dê li gorî ultîmatomên Amerîkayê tevnagere.
Ji ber ku tecrubeyeke me ya xirab heye û serokê me jî her tim behsa wê dike ku bi Rojava re li ser her mijarekê rêkeftin mumkin e lê ew dê wekî xwexapandinê be.
Trump dê serxwebûna enerjiya Amerîkayê bi pêş ve bibe. Ji bo vê jî wî êdî ragihand ku ew dê dê dest bi vekirina bîrên petrolê yên hatine rawestandin bike.
Loma jî bi nêrîna min, pêwendiya bi Trump re çi dibe bila bibe, li ser hinardekirina nefta me di her rewşê de dê ceza bên sepandin.
Wekî nimûne, ev gotûbêj jî dikarin jê re bibin hincet."
Endamê Konseya Pêwendiyên Navneteweyî ya bi Serokê Rûsyayê re Bogdan Bezpalko jî di wê baweriyê de ye ku Amerîka û Ewropayê li hemberî Rûsyayê hemû kartên xwe bi kar anîne.
“Cebilxaneyên Amerîka û Ewropayê vala bûne”
Bogdan Bezpalko îdia kir ku cebilxaneyên Amerîka û Ewroayê vala bûne û wiha got:
"Bi kîjan alavan ew dê zextê bikin? Cezayên aborî? Êdî hemû cezayên mumkin bûn hatine sepandin û dîsa jî mezinbûna aboriya me ji sedî 3,6 e.
Bi rêya leşkerî? Niha erê şerê bi Rûsyayê re pir metirsîdar e, ji ber ku dikare bibe sedema Şerê Sêyem ê Cîhanê ku Trump dixwaze Amerîkayê jê dûr bigire.
Dimîne pirrçekirina Ukraynayê, ew jî êdî pir giran e lewre hemû cebilxaneyên Ewropa û Amerîkayê êdî vala bûne.
Bi nêrîna min, di dema 3 mehan de rawestandina şer ne mumkin e.
Eger artêşa Rûsyayê rastî dîwarekî din ê parastinê were, hingê dibe ku zemîna lihevkirinê di navbera Rûsya û Amerîkayê de pêk were.”
3 sal di ser şerê Ukraynayê re derbas dibe
Şerê Rûsya û Ukraynayê Sibata 2022yan dest pê kir û Rûsyayê di gelek waran de bipêşketinên girîng bi dest xistin.
Rûsyayê bi îdiaya “Divê Ukrayna ji Naziyan were paqijkirin” li dijî Ukraynayê dest bi operasyoneke mezin kir.
Heta niha jî li rojhilatê Ukraynayê pevçûnên dijwar di navbera Artêşa Rûsya û Ukraynayê de hene.
NATO jî li hemberî êrişên Rûsyayê yên li Ukraynayê alîkariya leşkerî û dide Ukraynayê.
Serokê Amerîkayê yê berî herî dawî destûr dabû Ukraynayê ku li nav xaka Rûsyayê mûşekên dûravêj ên ATACMS ên Amerîkî bi kar bîne.
Li aliyê din, welatên Ewropayê jî gelek mûşekên dûravêj ên bi navê Storm Shadow dan Ukraynayê da ku li hemberî hêzên Rûsyayê bi kar bîne.
Di dema serokatiya yekem a Donald Trump de salên 2017-2021ê Trump û Putin çend caran li hevdû civiyabûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse