RÛSYA - Dengê sîrenan, alarmên êrişê û olana dengekî Kurdan

6 demjimêr berê
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Zarayê li Kurskê konserek da / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Zarayê li Kurskê konserek da / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Zara Rûsya Kursk Konser Ukrayna
A+ A-

Kursk (Rûdaw) – Hunermenda Kurd Zara li herêma Kurskê ya Rûsyayê çû ser sînorê Ukraynayê û wê ji bo koçberan konserek da. 

Li herêma Kurskê ya Rûsyayê gelek kes ji ber êrişên Ukraynayê neçar bûne malên xwe biterikînin û koçber bibin.

Hunermenda bi nav û deng a Kurd Zara jî çû devereke sînorî ya Kurskê û ji bo wan koçberan konserek li dar xist.

Dema Zarayê stranên xwe digotin, zengilên hişyariyê lê xist lê wê konsera xwe betal nekir û her dewam kir.

“Hatina miroveke wiha ji bo me şanazî ye”

Koçbereke ji gundekî Kurskê ya bi navê Zoya got:

“Em gelekî ji Zarayê hez dikin û her tim em li benda wê ne. Ew gelekî nazik e.

Em pir kêxweş in ku Zara hatiye cem me. Hatina miroveke wiha ji bo me şanazî ye.

Em hemû ji gund û navçeyên biçûk in lê ew dîsa hat cem me. Em spasdarî wê ne.”

Ji ber tedbîrên ewlehiyê, rayedarên herêma Kurskê konsera Zara berê anons nekiribû.

Şêniyên Kurskê tenê serê sibehê ji konserê agahdar bûn.

“Çalakiyên wiha me ji bûyeran dûr dixe”

Koçbera hemşîre ya bi navê Marina jî got:

“Çalakiyên wiha, kêm be jî me ji pirsgirêk û bûyerên ku li herêma me rû didin dûr dixin.

Em ji stranên Zarayê pir hez dikin û her tim li wan guhdarî dikin.

Em hemû ji vê konserê çêjeke mezin werdigrin. Bi hêviya aştî û aramiyê.”

Di dema konserê de çend caran alarma hewayî hat ragihandin. Konser çend xulekan hat rawestandin lê her dîsa berdewam kir.

“Ez dixwazim hezkirin di dilê we de bijî”

Hunermenda Kurd Zarayê jî got:

“Ez bi ekîba xwe ve em di van kêliyên giran de hatine ku piştgiriya we, şêniyên Kurskê bikin.

Min pir dixwest bi hunera xwe dilê we germ bikim û hêviyê di dilê we de biçînim.

Hemû stranên min li ser evînê ne. Ez dixwazim hezkirin di dilê we de bijî.”

Malbata Zarayê ji Ermenistanê ye, ew bi xwe li Lenîngradê ji dayik bûye.  

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin sala 2016 nasnavê "Hunermenda Rûmetdar a Rûsyayê" lê kiriye.

Zara bi Rûsî, Kurdî û bi çend zimanên din jî stranan dibêje.

Klîpek li gel hunermendê navdar Şivan Perwer û albûmek jî li gel hunermend Tara Mamedovayê amade kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst