Rûsya (Rûdaw) - Serokê Komîteya Kar û Barên Navneteweyî ya Dumayê Aleksey Çepa li ser "agirbestê" got, "Di vê pevçûnê de ya herî sereke, nehiştina sedemên seretayî ne ku bûne sedemên vî şerî, ji bo agirbestê pêwîstî bi çavdêrîkirina xetên eniya şer heye."
Serokê Fînlandayê Aleksander Stubb piştî hevdîtina xwe ya bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re bang li Serokê Rûsyayê Vladimir Putin kir ku agirbesta tam û bê şert qebûl bike.
Stubb piştî civîna xwe ya bi Zelenskyy re daxuyand, "Ukrayna agirbesteke tam û bê şert û merc qebûl kiriye. Divê Putin jî heman tiştî bike."
Li Dumayê di wê baweriyê de ne ku heta niha li ser sedemên derketina şerê li Ukraynayê ti hevtêgihîştin tune û mercên ji bo çavdêrîkirina agirbestê hîn nehatine dabînkirin.
Duma dibêje ji ber vê rewşê hîn zû ye ku behsa ragihandina agirbestê were kirin.
“Tenê bi gotinê nabe”
Serokê Komîteya Kar û Barên Navneteweyî ya Dumayê Aleksey Çepa ji Rûdawê re got:
"Di vê pevçûnê de ya herî sereke, nehiştina sedemên seretayî ne ku bûne sedemên vî şerî.
Her wiha, ji bo agirbestê pêwîstî bi çavdêrîkirina xetên eniya şer heye. Em heta niha ti mercên ji bo çavdêrîkirinê nabînin.
Ji xwe rewşa agirbesta demkî ya bo 30 rojî li ber çavan e. Loma jî tenê bi gotinê ku werin em agir rawestînin, nabe."
Daxuyaniya Serokê Fînlandayê di demekê de tê ku Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Steve Witkoff rojek berê ragihandibû ku mijara sereke ya dan û standinên navbera Amerîka û Rûsyayê, milkiyeta wan 5 herêmên berê yên Ukraynayê ye ku Rûsyayê xistiye nav axa xwe.
“Rojev pir mezin e”
Serokê Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Akademiya Zanistan a Rûsyayê Aleksandr Ageyev jî diyar kir ku mijarên li ser maseyê “Ne tenê agirbest e” mijar gelek in û li pey çû:
"Sînorên ku sala 1945an bi Peymana Yaltayê hatine destnîşankirin heta niha dimînin.
Loma jî dema îro mijarên sînor û rewşa hiqûqî û agirbestê tên gotûbêjkirin, divê ev arguman hemû li ser maseyê bin.
Rojev pir mezin e. Li Yaltayê, li Podsdamê bi dehan mijar hatibûn gotûbêjkirin ku hemû bi hev re girêdayî bûn.
Eger na, agirbest bo çi ye? Tenê ji bo pirçekirin û cihguhertinê ye?"
Hinek serkirdeyên Ewropî di wê baweriyê de ne ku Moskow bi zanebûn mercên giran datîne ji bo agirbestê.
Beriya niha Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ku wî ji bo agirbesta li Ukraynayê wî "deadline" (dema dawî) daye Vladimir Putin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse