Pirsên berdewam



Ew pirsyarên ku gelek tên kirin


Çima em dibêjin Portala Rûdaw?
Mebesta me ewe ku Rûdaw li ser internetê ji malperekê zêdetir e û çendin app û xizmetguzariyên wê yên din hene, herwiha Rudaw.net berhemên Tora Medyayî ya Rûdawê ji TV,Radyo,Portal, Rojname û pirtûkên Rûdawê li xwe digre.

Xizmetguzariyên Portala Rûdawê çine?
Portala Rûdawê ji malpereke nûçeyan pêk tê ku bi zimanên Kurdî (Kurmanciya Jorîn, Kurmanciya Jêrîn ango Soranî), Erebî, Inglîzî û Tirkî nûçeyan diweşîne, herwiha xizmetguzariya wê bo hemû alavên smartfonê heye. Herwiha portala Rûdawê xizmeguzariya Alerter jî heye ku her kes dikare li ser komputera xwe siwar bike û nûçeyên herî dawî wergire. Di portala Rûdawê de dikarî bi awayekî zindî li televîzyonê temaşe bikî û guhdarî li radyoya Rûdawê bikî. Herwiha Rûdawa Te beşeke ji portal me, ku her kes dikare di rêya wê re berhemên xwe bişîne û bibe beşek ji malbata Rûdawê û Tora Medyayî ya Rûdawê, li gor prensîpên pîşeyî yên Rûdawê.

Xizmetguzariya Rûdawa Te çiye?
Portala Rûdawê, xizmetguzariya Rûdawa Te heye ku navendenek e ji bo hemû bikarhêner û hogirên me, da bikarin babet, vîdyo û wêneyan ji me re bişînin û wek peyamnêrên Rûdawê me ji bûyeran haydar bikin. Herwiha dikarin her çîrokeke xwe bişînin û belav bikin ku hez dikin ligel xelkê parve bikin.

Kî rêveberê Rûdawê ye?
Ako Mihemed, Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê ye. 


beşên din jî bi vî awayî ne:

Hêmin Ebdullah, Rêveberê News Gathering

Hêmin Lihonî, Rêveberê Portala Rûdawê.

Hejar Birincî, Rêveberê Teknîkê.

Bêston Nûrî, Rêveberê Outputê.

Mihemed Xoşnaw, Rêveberê Têkiliyan

Selam Seidî, Sernivîskarê Rojnameya Rûdawê

Mihemed Teha, Rêveberê Operation

Sakar Ebdullah, Rêveberê Assignment

Nwêner Fetah, Rêveberê Plandanînê

Ferman Salih, Rêveberê Intec

Barzan Mihemed, Rêverê Beşa Fîçeran

Rêbaz Hadî, Rêveberê Berhemanînê

Sîrwan Ebas, Rêveberê Radyoyê

Cemîl Mîran, Rêveberê Darayî

Husên Ezîz, Rêveberê Kargêrî

Horên Xerîb, Rêveberê Dêkomêntarî House

Ziryan Rojhelatî, Rêveberê Navenda Lêkolînan a Rûdawê


Rûdawê niyaza wê bo projeyên nû heye?
Tora Medyayî ya Rûdaw dixwaze xizmetguzariyên xwe berferehtir bike û tora xwe di paşerojê de bo çendîn televîzyon, radyo û appên nû zêde bike. Rûdaw niha ji van beşan pêk tê: TV, Radyo, Portal û Rojname.


Çima Rûdaw kajêr bikar tîne?
Kajêr amaje ye bo demê, katjimêr amaje ye bo wê alava ku demê dipîve û diyar dike. Herwiha li gor beşa ziman a Rûdawê, zimanê Kurdî di vî warî de gelek zengîntir e ji zimanên din û têgeha kajêr li şûna katjimêr berî niha bêtir ji aliyê zimanzan Şukir Mistefa ve hatiye bikaranîn.

Çima welatîname û ne regezname?
Rûdaw têgeha welatîname li şûna têgeha (الجنسیە) ya Erebî yan Nationality bikar tine. Çimku beşa ziman a Rûdawê di vê baweriyê de ye, ku têgeha regezname dirist nine, ji ber ku regez ji bo cudakirina nêr û mê tê bikaranîn ne ji bo cudakirina welat. Zimanzanê navdar û koçkirî yê Kurd, Profesor Dr. Cemal Nebez bo cara yekê têgeha welatîname bikar aniye.