Li Moskowê festîvala peykersaziya qeşayê bi rê ve çû

24-12-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Peykerên ji qeşayê hatin çêkirin
Peykerên ji qeşayê hatin çêkirin
Nîşan Peykersazî Qeşa Moskow
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Li Moskowê ji bo Chirstmasê festîvaleke taybet a peykersaziya qeşayê bi rê ve çû.

Li wê festîvalê li kêleka jenîna muzikê peykerên ji qeşayê hatin çêkirin.

Ji ber ku keşûhewaya wê navçeyê sar e peyker heta demsala biharê jî dimînin.

Bi nêzîkbûna sersalê û Chirstmasa Ortodoksî, li paytexta Rûsyayê amadekariyeke cuda tê kirin.

Di çarçoveya Festîvala "Ice Moscow" (Moskowaya Qeşayê) de çêkirina peykerên qeşayê dest pê kir.

Derhêner û berpirsê festîvalê Aleksander Kovtunets ji Rûdawê re got:

“Me îro Festîvala Ice Moskowê vekir û mîna her sal, îro jî sterkên sînemaya Rûsî û blogerên navdar bi hev re peykertraşiyê nîşan didin.

Ev ne tenê traşîna peykeran e, ew nîşandaneke bi kelecan e jî. Ji ber ku her festîval divê bi şox û şeng be.”

Tîma peykersazan her sal berhemên xwe yên efsûnî li ber çavê xelkê çêdikin.

Ew dixwazin bê dîtin ku ka blokeke qeşayê çawa vediguhere fîgureke çîrokên efsunî.

Peykertraş Pavel Kalininskiy jî got, “Ez ji kevir û darê jî peykeran çêdikim lê qeşa mîna krîstal zelal e. Loma jî her kes jê hez dike. Hem zar, hem jî mezin.”

Çêkirina peykerên ji qeşayê bi rastî jî ji keresteyên din hêsantir e.

Ji bo populerkirina festîvala qeşayê, listîkvan û blogerên navdar jî hatine vexwendin û ji bo wan dersên masterê hatine organîzekirin.

Listîkvanê sînemayê Roman Kurtsin jî diyar ki ku wî her tim dixwest peykereke xweşik çêbike û wiha domand:

“Min got ka vê carê em xaniyeke gelêrî ya çîrokî, li ser lingên mirîşkan çêbikin. Ew çîrokên em hemû hez jê dikin.

Em heta bi henekî dibêjin, ew niha li navenda Moskowê xaniyeke berdest e.”

Bloger Elena Fentsikê jî got, “Rêkxer plan dikin ku heta serê salê li çend parkên Moskowê qadên ji bo peykerên qeşayê amade bikin û ew dê heta biharê ji bo nîştecih û geştyaran vekirî bimînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst