Formata Moskowê: 'Rûsya amade ye pêwendiyên xwe bi Efxanistanê re berfireh bike'

2 demjimêr berê
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Civîna Formata Moskowê / Wêne: Rûdaw
Civîna Formata Moskowê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Formata Moskowê Rûsya Efxanistan
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, "Rûsya amade ye pêwendiyên xwe bi Efxanistanê re berfireh bike.”

Li Rûsyayê 6emîn civîna "Formata Moskowayê" ya li ser Efxanistanê hat lidarxistin.

Nûnerên payebilind ên 10 welatên 'Formata Moskowê ya Şêwirdariyên li ser Efxanistanê' li ser mijarên pêşvebirina pêvajoya lihevhatina neteweyî ya Efxanistanê û têkiliyên di navbera dewletên herêmê û Kabûlê de gotûbêj dikin.

"Rûsya amade ye pêwendiyên xwe bi Efxanistanê re berfireh bike”

Di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Moskow amade ye pêwendiyên xwe bi Efxanistanê re berfireh bike.

Wezîrê Karên Dereve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got:

"Ez dixwazim careke din tekezî li ser xeta me ya ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkên li Efgxanistanê bikim.

Ji bo bidestxistina vê yekê, em dê formata Moskowê û mekanîzmaya hevdîtinên welatên cîran jî bi pêş bixin.

Em di wê baweriyê de ne ku mekanîzmayên herêmê bi yekkirina hewldanan dikarin encamên girîng bi dest bixin."

Beşdarên civînê yekrêz bûn ku pêwîstî bi pêşxistina projeyên "binesaziya herêmî" bi beşdariya Efxanistanê ve heye.

Rûsya, Talibanê ji lîsteya terorê derdixe

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê yê Efxanistanê Zamîr Kabulov wiha anî ziman:

"Belê, li Rûsyayê proseya derxistina Talîbanê ji qaşo 'Lîsteya rêxistinên terorîstî ya Rûsyayê' ber bi dawiyê tê.

Wekî prensîp, bîrayar li ser vê mijarê ji aliya rêvebiriya bilind a Rûsyayê ve hatiye pejirandin.

Lê bi giştî ev pêvajo divê di çarçoveya hiqûqa Rûsyayê de bê kirin.

Ev yek jî pêdivî bi karekî mezin ê ji aliyê hiqûqzan, parlamento û dezgehên din ên pêwendîdar heye."

Wezîrê Derve yê Efxanistanê diyar kir Efxanistan êdî welatekî ewle ye û komên terorîstî tenê ji derve tên wî welatî.

"Pêşî li gefên ku ji derve yên li ser Efxanistanê bigirin"

Wekîlê Wezîrê Karên Derve yê Efxanîstanê Amir Xan Mottakî wih axivî:

"Bi rastî li Efxanistanê ti grûp nîne ku li ser welatekî didin bibe gef.

Me di vê rûniştinê de ji her kesî xwest pêşî li gefên ku ji derve yên li ser Efxanistanê bigirin.

Û her kesê ku ji derve derbasî Efxanistanê dibe û xerankariyê dike rê li ber wan bigirin.

Mixabin ew gotinên ku dibêjin DAIŞ li derve milkê Efxanistanê ye ti cihê wê li Efxanistanê nîne."

Beşdarên civînê diyar kir ku vê gavê pêwîstiyeke acil bi alîkariyên mirovî ji bo Efxanistanê heye û divê ev alîkarî neyên siyasîkirin.

Piştî civînê daxuyaniyeke hevpar hat qebûlkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst