Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê diyar bû

29-07-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê Bername Moskow
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – 3yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê, biryar e ji 6ê Îlonê heta 17ê Îlonê li paytexta Rûsyayê bajarê Moskowê bê lidarxistin.

Cihê sereke yê çalakiyên hunerî dê bibe navenda sînemayê “KARO. October”ê ku ji destpêka ve hevkarê sereke yê festîvalê ye.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê îsal fokusa xwe xistiye ser Kurdên Îran û Rojhilatê Kurdistanê.

3yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê 6ê Îlonê dest pê dike û  17ê Îlonê bi dawî dibe.

Tora Medyayî ya Rûdawê jî yek ji hevkarên serekê yên festîvalê ye.

 “Sînemaya Kurdî weke fenomeneke rasteqîn tê dîtin”

Rêvebera Festîvalê Gulîzar Gerdenzerî li ser 3yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Moskowayê wiha got:

“Li hemberî zor û zehmetiyên giran û ezmûnên aborî, sînemaya Kurdî weke fenomeneke rasteqîn tê dîtin. Derhênerên Rojhilatê Kurdistanê bi giştî ne tenê ji aliyê erdnîgariyê ve, belkî ji aliyê etnîsîteyê ve jî tên naskirin û ev yek jî rengekî bêhempa û kûrahiyeke taybet dide berhemên wan.

Derfeta temaşekirina fîlmên Kurdî li ser ekrana mezin hem ji bo zanayên rastîn ên sînemayê û rojhilatnasan û hem jî ji bo rûniştvanên Moskowê şanseke bêhempa ye, ji ber ku ew li Rûsyayê zû bi zû nabin mêvan.”‎

Festîval bi fîlma Bahman Ghobadî destpê dike

3yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowayê dê bi yekemîn fîlma dirêj a derhênerê navdar Bahman Ghobadî ya bi navê "Dema Hespên Serxweş" bê vekirin.

Vî derhênerê Kurd di Festîvala Fîlman a Cannesê de Palmiyeya Zêrîn û Xelata FIPRESCIyê wergirtibû.

Îsal ji bo bernameya pêşbirkê ya Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Moskowê ji 8 welatên cîhanê yên weke Îran, Tirkiye, Sûriye, Yunanistan, Iraq, Spanya, Swêd û Almanyayê bi giştî 41 fîlm hatine hilbijartin.

Temaşevan dê karibin 6 fîlmên dirêj, 7 belgefîlm û 28 kurtefîlman bibînin.

Hemû fîlm di navbera 2020 û 2023an de hatine girtin û dê cara yekem li Rûsyayê bêne nîşandan.

“Piraniya fîlman xelatên biprestîj wergirtine”

Piraniya ji wan fîlman bûne xwediyên xelatên biprestîj ên festîvalên navneteweyî.

3yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowayê dê bi promiyera cîhanî ya fîlma derhênerê ji Rojhilata Kurdistanê Behrûz Ghobadî bi navê “5 Kîlo Gûz” bi dawî bibe.

Senaryoya vê fîlmê jî ji aliyê Behrûz Ghobadî û Amir Necefî ve hatiye nivîsandin.

Wezareta Çandê ya Rûsyayê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê xistiye nav lîsteya festîvalên fîlmên navneteweyî yên sala 2023an yên ku li Federasyona Rûsyayê têne lidarxistin.


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst