Civînên Astanayê: Yekane nîgeraniya wan Rojavayê Kurdistanê ye

26-01-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Civînên Astanayê Rojavayê Kurdistanê Xweserî Daxuyaniya Hevbeş
A+ A-

Astana (Rûdaw) - Civîneke nû ya formata Astanayê bi beşdariya nûnerên sê dewletên garantor ên li Sûrîyeyê ku Rûsya Îran û Tirkiye ne pêk hat.

Herwiha nûnerên Hikûmeta Sûriyeyê û mixalefeta çekdar jî beşdarî vê civînê bûn û civîn 24-25 Kanûna Paşîna 2024an pêk hat. 

Her tiştî mîna hemû 20 civînên berê xuya dikir.

Encamnameya civînê jî wekî her 20 civînên berê ji aliyê mazûlvan,  Wezîrê Karên Derve yê Kazaxistanê, ve hat xwendin.

Lê di rastiyê de gelek tişt ne wekî 20 civînên berê bûn.

Dawiya 20emîn civîna Astanayê (20-21 Hezîran 2023) Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê ji nişka ve ragihandibû ku civînên bi formata Astanayê êdî bi dawî hatin.

Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê piştî wê biryara xwe re îzah kir, hemû armancên ku beriya 6 salan  (2017) hatibûn danîn, êdî pêk hatine.

Lê diyare rewşa nû ya li cîhanê, bi taybetî aloziya nû ya li Rojhilata Navîn “dewletên garantor” ên li Sûriyeyê careke din xistin nav liv û tevgerê.

Wekî Wezareta Karên Derve ya Qazaxistanê ragihand, “dewletên garantor” bi awayekî kolektîv li ber rêveberiya wî welatî geriyane ku deriyên xwe careke din ji wan re veke, heke na rewş pir giran e.

Herwiha sedemên nîgeranî û lezginîya “dewletên garantor” jî di encamnameya civîna 21emîn de derketin holê.

“Nîgeraniya wan tenê Rojavayê Kurdistanê”

Ji daxuyaniya hevbeş aşkere bû ku “nîgeraniya wan tenê Rojavayê Kurdistanê” ye û armanca vê civînê jî “wergirtina tedbîrên lezgîn e ji bo parastina yekparçetiya erda Sûriyeyê.”

Di civînên berê de jî amaje bi serwerî û parastina yekîtiya Sûriyeyê dihat kirin lê vê carê di daxuyaniya hevbeş de hema bêje, ev mijar bû.

Hinek xalên daxuyaniya hevbeş

Daxuyaniya hevbeş ji 20 madeyan pêk tê. Me li jêr tenê ew made rêz kirine, ku rasterast girêdayî Rojavayê Kurdistanê ne.

Daxuyaniya hevbeş a nûnerên Îran, Rûsya û Tirkiyeyê piştî civîna 21emîn a li ser Sûriyeyê ya di "Formata Astanayê" de.

2. Me bandora neyînî ya gurbûna nakokiyên Filistîn-Îsraîlê li ser rewşa Sûriyeyê nirxand. Me tekezî li ser giringiya nehiştina berfirehkirina herêma şer û kişandina dewletên din ên herêmê kir.

3. Me pabendbûna xwe ya bi serwerî, serxwebûn, yekîtî û yekperçetiya axa Sûriyeyê dubare kir.

4. Me tekezî li ser berdewamiya hewlên ji bo jinûvedestpêkirina pêwendiyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê li ser bingeha cîrantiya baş û ji bo rûbirûbûna terorê kir.

5. Me biryardariya xwe ya ji bo domandina hevkariyê ji bo rûbirûbûna terorê bi hemû şêwe û diyardeyên wê û li hemberî planên cudaxwaziyê yên ku bi armanca têkbirina serwerî û yekperçetiya axa Sûriyeyê û metirsiya ewlehiya neteweyî ya welatên cîran, di nav de êrişên dersînor anî zimên.

Me çalakiyên girûpên terorîst û pêkhateyên girêdayî wê yên ku di bin navên cuda de li deverên curbicur ên Sûriyeyê tevdigerin şermezar kirin, di nav de êrişên li ser dezgehên sivîlan ku dibin sedema qurbaniyan di nav sivîlan de.

Me tekezî li ser wê yekê kir ku divê hemû rêkeftinên heyî yên derbarê Bakurê Sûriyeyê de bi temamî bên cîbicîkirin.

6. Me bi hûrgilî rewşa Îdlibê lêkolîn kir û tekezî li ser pêwîstiya parastina aramiya “li ser erdê” bi pêkanîna tam a hemû rêkeftinên heyî yên li ser Îdlibê kir.

7. Me li ser rewşa bakurrojhilatê Sûriyeyê gotûbêj kirin û li ser wê yekê li hev kir ku bidestxistina ewlehî û aramiya mayînde li vê herêmê tenê li ser esasê parastina serwerî û yekparçeyiya axa vî welatî mimkun e.

Me hemû hewlên ji bo damezrandina realîteyeke nû li ser erdê red kirin, di nav de înîsiyatîva neqanûnî ya ji bo rêveberiya xweser a bi hinceta têkoşîna li dijî terorê.

Me biryardariya xwe dubare kir li dijî pîlanên cudaxwaz ên ku armanca wan têkdana yekitiya Sûriyeyê û tehdîdkirina ewlekariya niştimanî ya welatên cîran e, di nav de bi rêya êrişên dersînorî û têdeçûna ji rojavayê Firatê jî.

Me careke din dijberiya xwe li hemberî desteserkirin û veguheztina neqanûnî ya çavkaniyên neftê yên ku divê aîdî Sûriyeyê bin, dubare kir.

Me hemû sizayên yekalî yên ku qanûnên navdewletî, yasayên mirovî yên navdewletî û peymana Neteweyên Yekbûyî bin pê dikin red kirin, di nav de hemû tedbîrên bijartî û îstîsnayên li ser navçeyên diyarkirî yên Sûriyeyê ku dikarin bibin sedema perçebûna welat, û bi vî awayî pêkanîna planên cudaxwazî hêsantir bikin.

Me kiryarên welatên ku piştgiriya terorê dikin ku yekitiya dewleta Sûriyeyê têk dide, di nav de destpêşxeriyên neqanûnî yên Rêveberiya Xweser a li bakurrojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Me nîgeraniya xwe ya cidî der birî li ser hemû şêweyên zordariya ji aliyê komên cudaxwaz ên li dijî sivîlan li rojhilatê Feratê yên ku vê dawiyê bû sedema şer û pevçûnên bi eşîrên Ereb  ên li herêmê, di nav de leşkerkirina bi darê zorê, tepeserkirina xwenîşandanên aştiyane û pêkanînên cihêkariyê di perwerdeyê de, herwiha astengkirina xebatên siyasî, rojnamegerî, mafê kombûn û azadiya tevgerê.

8. Me her çalakiya her welatekî ji bo piştgirîkirina xwestekên terorîstî û cudaxwazî yên hin komên etno-konfesyonel û çekdarkirina wan şermezar kir.

...

19. Me her wiha bal kişand ser lihevkirina ku dê li Federasyona Rûsyayê lûtkeyê bilind were lidarxistin.

...

Li aliyê din, Nûnerê Rûsyayê yê Civîna Astanayê Aleksandr Lavrentyevê ku di heman demê de şanderê taybet e Serokê Rûsyayê jî di bersiva pirsa Rûdawê de naveroka daxuyaniya hevbeş şîrove kir.

Aleksandr Lavrentyev da zanîn ku Amerîka bi rêkûpêkî plana xwe ya federalîkirina Sûrîyeyê bi cih tine.

Lavrentyev îdia kir ku Amerîka hewl dide li bakurrojhilatê Sûriyeyê ji Kurdan re û li başûrê Suriyeyê ji Dirûzan re dewletekê ava bike û ev “nayê qebûlkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst