Çîn û Hindistanê kirîna petrola Rûsyayê rawestand

28-01-2025
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Petrol Rûsya Hindistan Çîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bazirganiya petrolê ya Rûsyayê ya bi Çîn û Hindistanê re bi zêdekirina maliyeta vegugestinê ya ji ber doprêçan rawestiya.

Li Asyayê ku kiryarê sereke yê petrolê ye, ji ber zêdebûna mesrefên kirêkirina tankerên ku bandora dorpêçên Amerîkayê li wan nebûye, di navbera kiryar û firoşkarên Çînê de cudahiyeke mezin a bihayan derketiye holê û bazirganî ji bo barkirina petrolê ya meha adarê rawestiyaye.

Amerîkayê 10ê Çiriya Pêşîn dorpêçên nû li dijî zincîra pêdakirina petrola Rûsyayê sepand û ev jî bû sedema zêdebûna mesrefên tankeran ji ber ku hin kiriyar û benderên li Çîn û Hindistanê xwe ji keştiyên binê dorpêçan dûr xistin.

Hin hawirdekarên li Çîn û Hindistanê tankerên neftê ku ketine bin cezayan red dikin.

Berdevkê Bharat Petroleum Corp Ltd a Hindistanê ragihand ku kompanyaya wan ji bo meha Adarê ti pêşniyarên tedarîkeke nû wernegirtiye û ew li bendê ne ku biharê qebareya petrolê bi nîsbet mehên Kanûna pêşîn û kanûna paşîn dê kêmtir bibe.

Ji aliyê din hat zanîn ku Dewletên Yekbûyî hişyarî daye Hindistanê ku tankerên bi petrola Rûsyayê barkirî ne, divê heya 27ê Sibatê bên valakirin.

Her wiha hat zanîn ku parzûngehên petrolê yên Hindistanê êdî dest bi lêgerîna jêderên alternatîf ên dabînkirina petrolê ji welatên Rojhilata Navîn, Afrîka û Dewletên Yekbûyî kiriye.

Li Çînê, tankerên ku di bin cezayan de ne, dema valakirina barên xwe tûşî astengiyan tên.

Tê ragihandin ku parzûngehên parêzgeha Şandongê dê di demeke nêzîk de rojane milyonek bermîl petrola xav winda bikin.

Pispor li bendê ne ku li Çînê di hefteyên pêş de rêjeya hawirdekirina petrola xav a Rûsî hîn kêmtir bibe.

Pispor bi bîr tînin ku di sala 2024an de ji sedî 36ê hawirdeya petrola xav a Hindistanê û para yek ji pêncan a hawirdeya Çînê ji Rûsyayê hatiye dabînkirin.

Beriya niha rayedarên Hindistanê ragihandibûn ku Hindistan dê kirîna petrolê ji Rûsyayê berdewam bike, eger her bermîlek bi bihayekî jêr 60 dolarî bê firotin û bêyî beşdariya kompanî û keştiyên Rûsî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst