Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê: Fokûsa festîvalê Kurdên Êzidî ne

2 demjimêr berê
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan 4emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – 4emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê li hola Sînema Parkê ya Mosfîlmê dest pê kir.

4emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê bi merasîmeke taybet hat vekirin.

Di pêşbirka festîvalê de ji çar parçeyên Kurdistanê û bi giştî ji 12 welatan 7 fîlmên dirêj, 8 belgefîlmên dirêj, 15 kurtefîlmên sînemayî û 9 kurtefîlmên dokumenteriyê cih digirin.

Fokûsa taybet a 4emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê li ser rewşa Kurdên Êzidî ye.

Festîvalê bi fîlma “Şengal” a derhênera Katalanî Anna Mariya Bofarulê dest pê kir.

Fîlma "Mûsil, Mala Min" ê ku derhêneriya wî Edalet Germiyanî kiriye behsa encamên şer û rêwîtiyeke meşê ya li nava Mûsilê dike.

Fîlma dîrokî ya sala 1988an Hejwan Zendî jî li ser bûyerên rastî yên kîmyabarana Helebceyê û şerê Îraq û Îranê ye.

Fîlma "Hesp" ê Mehdî Ehmed jî qala daxwaza lehengekî dike ku piştî rûxandina rejîma Sedam Husên vedigere welatê xwe.

Fîlma werzişî yê "Bexdad Messi" ya Sehîm Omer Xalife jî çîroka zarokekî deh salî vedibêje ku di nava şer de xewna lîstina futbolê dibîne.

Fîlma “Roj Baş” a Ozkan Kuçuk jî ji Bakurê Kurdistanê ye û çîroka şanogerên Kurd vedibêje ku hewl didin şanoyeke 25 sal berê hatibû qedexekirin derxin.

Di festîvalê de pêşbirkên belgefîlm û kurtefîlman jî cih digirin ku piraniya wan jî behsa binpêkirinên mafên jinan û rewşa wan a civakî dikin.

Bi giştî di 5 rojên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê de li 4 holên sînemayî yên Moskowê dê 52 fîlmên Kurdî pêşkêşî sînemahezan werin kirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê partnerê medyayî yê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ye.

“Fîlm gelekî taybet in”

Derhênera Rûs û endama juriyê ya festîvalê Angelîna Nikonovayê got:

“Piraniya fîlmên di bernameya festîvalê de hene bi asta xwe ve em heyîrî hîştine.

Ez dikarim bêjim ku piraniya wan berhemên gelekl taybet in û sînemkarên cîhanê dikarin ji wan îlhamê wergirin.”

“Ez kêfxweş im ku hatime vir”

Derhênera fîlma Şingalê Anna Mariya Bofarulê jî li ser festîvalê wiha axivî:

"Ez gelekî kêfxweş im ji ber ku her tim gelek girîng e û tiştekî taybet e em dikarin filmekî bi bîneran re parve bikin.

Helbet hebûna me ya li vir, li Moskowê jî tiştekî taybet e.

Ez berê nehatibûm vî bajarî û ji ber vê jî ez kêfxweş im ku min fîlma xwe bi bîneran re parve kir."

Sevîn Efrînî û Mihemed Efrînî jî wekî bîner hatine festîvalê.

Li gorî gotina Mihemed û Sevînê fîlmên festîvalê behsa êş û derdên Kurdan kirine û bi saya festîvalê haya xelkê Rûsyayê û miletên din ji Kurdan çêdibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst