Gelo dê Ukrayna peymana gazê dirêj bike yan Ewropa bê gaz bimîne?

5 demjimêr berê
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Rûsya Ukrayna Gaz
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê got, "Kiriyarên me yên Ewropî jê haydar in ku Kîev nexwaze peymana veguhastina gaza Rûsyayê bi ser Ukaryanayê dirêj bike."

Her wiha wezaretê ragihand "Vê gavê em li ser vebijarkên cuda dixebitin da ku di mercên heyî de xizmeta kiriyarên xwe bikin."

Peymana veguhastina gaza Rûsî ya bi ser Ukraynayê ji bo welatên Ewropayê re sala 2019an hatibû îmzekirin û di dawiya sala 2024an de bi dawî dibe.

Pisporê di warê ewlehiya enerjiyê de dibêje ku rawestandina vegeuhastina gazê bi ser Ukraynayê re, dê bibe sedema qeyraneke nû ya li Ewropayê.

"Ji vê rewşê dê ziyan bigihêje hemû aliyan"

Cîgirê serokê Fona Ewlehiya Enerjiyê ya Rûsyayê Igor Yuşkov got:

"Bê guman, ji vê rewşê dê ziyan bigihêje hemû aliyan. Ewropa dê salane ji 15 mîlyar metre sêcar gazê bê par bimîne.

Eger Ukaryna veguhastina gazê ji 1ê Kanûna Paşîn ve bibire ku dikeve werza germkirina kalorîferan û aşkere ye zivistanê serfkirina gazê ji ya havînê qat bi qat zêde ye.

Loma jî, bazarê dê bertekeke pir tûj nîşanî kêmaniyê bide û bihaya gazê ji bo hezar metre sêcar dikare bigihêje 200, 300 heta 400 dolaran.

Ziyana Rûsyayê jî dê ew be ku ew dê ji mîlyaran dahatên xwe bê par bimîne."

Ji bo Rûsyayê arîşeyeke din jî ew e ku ew nikare qebareyên berê ku ji Ewropayê re dihatin şandin, veguhêze welatên Rojhilatî, lewre jêrxaneyên heyî jê re dest nadin.

"Varyantên cuda tên gengeşekirin"

Serokê Enstîtuya Enerjî û Darayiyê ya li gel Hikûmeta Rûsyayê Marsel Salîhov wiha anî ziman:

"Varyantên cuda yên çareseryê tên gengeşîkirin. Ji bo nimûne, dûr nîne ku kompanyaya Azerbaycanê SOKAR dê bibe navbeynkar.

Wate, Gazprom gaza xwe bifroşe navbeynkar, ew jî bi heman boriya Ukraynayê re gazê vediguhêze  Ewropayê.

An ku kiriyarên Ewropî gazê êdî ne ji Rûsyayê lê ji navbeynkarê bikirin."

Mijara dehlîzên nû yên enerjiyê di lûtkeya koma BRICSê de jî di rojevê de ye ku li bajarê Kazanê yê Rûsyayê destpê kiriye.

Bi taybet, hat zanîn ku Serokên Rûsya Vladimir Putin û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di hevdîtineke rûbirû de wê mijara Huba Gazê ya li Tirkiyeyê gotûbêj bikin.

Lê jêderên haydar, ji  çarenivîsa vê projeyê jî ne geşbînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst