Li Moskowê Pêşangeha Xwarin û Vexwarinê: Karsazên Kurd jî tê de cihê xwe girt

11-02-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Moskow ProdExpo-2024
A+ A-

Msokow (Rûdaw) - Pêşangeha Navneteweyî ya Ji bo Xwarin, Vexwarin û Materyalên Xwarinê ango "ProdExpo-2024" li Moskowê hate lidarxistin.

Pêşangeha "ProdExpo-2024" 31emîn car e li Moskowa paytexta Rûsyayê bi rê ve çû.

Di pêşangehê de zêdetirî 2 hezar û 100 kompanyayên ji 40 welatên Ewropa, Asya, Amerîkaya Başûr û Afrîkayê beşdar bûn.

Çend karsazên Kurd jî bi berhemên xwarin û vexwerinê hatine pêşangeha "ProdExpo-2024"an.

“Em li Rûsyayê karê qehweyl dikin”

Karsazê Kurd Harûn Bazîdî got, “Em nêzîkî 20 sal in li vir, li Rûsyayê dixebitin. Karê qehweyê dikin. Xweşa miletê diçe.

Me niha li pêşangehê standa xwe jî vekiriye. Mêvanên me jî zehf in. Zehf diçin tên. Firotan jî diçe. Em çi bikin, lazime bixwebitin, bila xwarin û vexwarin jî hebe.”

“Ev fûar ji me re gelek dibin alîkar”

Karsaz Kurd Mehmet Cebecî diyar kir, “Ez ji bajarê Kurdistanê yê Bazîdê me. Ji sala 2017an ve di karê konserveyê de me. nêzîkî 7 sal e.

Ev fûara me ya heftan e. Evan fûaran gelekî alîkariya me dike, gelekî ji me re baş dibe. Em piraniya mişteriyên xwe li vir dibînin.

Em li vir hev nas dikin. Malzemeyên konsereveyê jî hemû yên me bi xwe ne. Konserveyên xiyaran in, firingiyan in.”

Vagîf xwediyê tora restoranan e li bajarê Sankt Petersburgê yê Rûsyayê û beşdarekî her timî yê vê pêşangehê ye.

Lewre, ji bo peydakirina tedarîkvanan di warê meze, çerez û vexwarinên curbicûr de, pêwîst nake ku wî li sarenserê Rûsyayê bigere.

“Li Sankt Petersburgê gelek Kurdên Soveyeta berê hene”

Xwediyê tora restorantan Vaqifê Wezîr wiha anî ziman, “ Ez ji Sankt Petersburgê me. Tora restorantên min heye.

Ez têm vira ji bo berhemên pêwîst binêrim. Ez dixwazim restoreneke Kurdî vekim. Em di vê hêlê de dixebitin û ez dê vekim.

Li Sankt Petersburgê gelek Kurdên Soveyeta berê hene û bi malbatî lê dijîn. Ew gelek dixwazin çêjê metbexa Kurdî tam bikin.

Her weha em dixwazin, mêvanên me  yên ji Kurdistanê tên jî, bila li Sankt Petersburgê xwe wek li mala xwe pê bihesin.”

Hêviya karsazên Kurd ew e ku zêdetir kompanyayên Kurd beşdarî pêşangeha ProdExpo bibin, lewre ew derfetê dide ji bo berfirehkirina erdnîgariya dabînkirina kelûpelan û hem jî xurtkirina hêlên hinardekirinê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst