Rûsya welatiyên xwe yên li Xezeyê vediguhêze

18-11-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Rûsya Xeze Hamas Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gelek welat welatiyên xwe ji Xezeyê rizgar kirine lê hîn hejmarek biyanî li wir asê mane û li benda agirbestekê ne ku xwe rizgar bikin.

Yek ji wan welatên ku hejmarek welatiyên xwe vegerandine, Rûsya ye.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê dibêje wan hefteya borî ev prose daye destpêkirin û berdewam e.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova anî ziman:

“Derketina welatiyên Rûsya û endamên malbatên wan ji Xezeyê ber bi Misrê ve, roja yeşema borî dest pê kir. Di nava wan de welatiyên Komarên Sovyeta berê jî hene ku alîkarî ji me xwestine. Em careke din spasî hemû aliyan dikin ku di vê proseyê de dibin alîkar.”

Yelena jineke Rûs e, Nazar jî Filistînî ye ku hîn di dema Sovyetê de ji bo xwendina bilind hatibû Rûsyayê. Piştî zewacê, ew her du diçin Filistînê û li Xezeyê dijîn.

Sala 2014an di encamê êrişên Îsraîlê de mala wan wêran dibe û ew vedigerin Moskowê.

Ew niha jî li bendê ne ku xizmên wan ên ku li Xezeyê asê mane, bi silametî bigihêjin Moskowê.

Jina Rûs a Filistînî Yelena Alian got:

“Dema sefera yekem ji Qahîreyê gihîşt Moskowê, em ji bo pêşwazîkirina dost û hevalên xwe çûn pêşiya wan. Em 12 salan li Xezeyê jiyan û gelek hevalên me li wir mane. Me ji wan re cil û berg birin.

Niha em li benda malbata hevjînê min in. Tiyê min, jina wî û keça wî, ew jî welatiyên Rûsyayê ne. Gelek xizmên me li wir mane. Tiyê min ê biçûk, jina wî û keça wî ya biçûk. Ew ne welatiyên Rûsyayê ne.”

Kremlînê bertekeke tund nîşanî Îsraîlê da

Hefteya borî Balyozê Îsraîlê yê Moskowê ragihandibû ku veguhastina welatiyên Rûsyayê tenê piştî 2 hefteyan mumkin e û ev yek jî bûbû sedema bertekeke tund a Kremlînê.

Rojnamegerê Filistînî Nazar Alian jî li ser rewşa xwe got:

“Îsraîl helwesta Rûsyayê dibîne lê Rûsya ne ku alîgira Filistînê ye, ew alîgirê rastî û dadweriyê ye. Loma wan, eşkere dixwest Rûsyayê ceza bikin. Ji xwe ew newêrin Rûsyayê ceza bikin. Ji ber vê jî lîsteya Rûsyayê ragirtin.

Ez gelekî bihêvî me ku xizmên min dê ji wir werin veguhastin. Rewşa wan di metirsiyeke pir mezin de ye. Her roj bombeyan dibarînin.”

Berî niha hatibû zanîn ku Moskowê lîsteya nêzîkî 900 welatiyên Rûsya û welatên Sovyeta berê ji bo derketina ji Xezeyê daye rayedarên Îsraîlê.

Koma yekem a welatiyên Rûsyayê 12ê Çiriya Paşînê ji Qahîreyê hatibû veguhastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst