MOSKOW - Di bin berfê de Cejna vaftîzbûna Îsa Mesîh hat pîrozkirin

19-01-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Rûsya Cejna Vaftîzê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mesihiyên Ortodoksî Cejna Vaftîzê, ango roja vaftîzbûna Îsa Mesîh pîroz kirin.

Di Încîlê de tê gotin, di dema vaftîzbûna Îsa Mesîh de, Rihê Pîroz di şiklê kevokekê de ji ezmanan hat xwarê û dengek ji ezmên ji Îsa re got, “Kurê minê hezkirî”.

Mesihiyên Ortodoksî vê rojê wekî Epifanî bi nav dikin. Ev jî tê wanteya xuyabûna Îsa wek Xweda.

Di roja îro de rêûresma xweşûştinê  li çemekî an jî li golekî pêk tê.

Ji bo wê,  li ser ava qeşagirtî hewzeke tê vekirin û ji bo têketin û derketinê, li her du aliyên hewzê pêlekan tê çêkirin.

Li gor nêrîtê, divê mirov, serê xwe sê caran têxe  nav avê.

“Cejna bawermendên Ortodoksî pîroz be”

Beriya vê cejnê bewermendên Ortodoksî rojî digrin, nimêj dikin û daxwaza lêborîna gunehên xwe dikin.

Di nava ava pîrozkirî de gunehên xwe dişon û xwe pak dikin.

Hemşîre Nataliya Mokritsinayê ku keta nava avê got, “Waw! Pir xweş e! Ji her kesî re aştî, aramî, hezkirin û dilovaniyê dixwazim. Cejna hemûya pîroz be.”

Xwendekarê bi navê Stepan Razîn jî got, “Cara yekê ye ez dikevim avê. Ji bo cara yekê pir baş e!

Cejna hemû xizm û hevalên xwe pîroz dikim. Cejna hemû bawermendên Ortodoksî pîroz be.”

“Her sal bi malbatî em derdikevin geşta dêran”

Xwendekar Varvara Kudryavtsevayê li ser cejnê wiha axivî, “Ez ji zarokatiyê ve dikevim avê.

Malbata me dîndar e. Bavê min em fêrî şûştina gunehan kirine. Em her sal tên ser hewza qeşayî, xwe berdidin nav avê.

Her sal bi malbatî em derdikevin geşta dêran. Em her tim li dêrê beşdarî rêûresma şikranê dibin. Nêrîteke me ya malbatî ye.”

Endeziyar Yevgeniy Diyakov got, “Ez hem Ortedoksî me, hem jî wekî hobî dikevim ava cemidî. Pîroz be!”

Teologên mesîhî vaftîzkirina Îsa ji aliyê Yûhennayê Vaftîzkar ve, wekî bûyereke dîrokî, mîna çarmixkirina Hezretî Îsa bûyerke rasteqîn dibînin.

Mesîhiyên Katolîk vê cejnê 14 roj beriya Ortodoksan pîroz dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst