Moskow (Rûdaw) - Li Moskowa paytexta Rûsyayê Festîvala Ice Moskowê ya peykerên qeşayê tê lidarxistin.
Xelkê Moskowê bi zarokên zarokên xwe re diçin serdana festîvala Ice Moskowê.
Her wiha di festîvalê de çalakiyên cuda yên hunerî jî tên pêşandan.
Peykersaz tenê bi êvaran karê traştina peykeran ji qeşayê dikin.
Lewre îsal zivistan pir sar nîne û bi roj qeşa nerm dibe, zehmetî ji bo peykersazan çêdike.
Peykersazê bi navê Nîkolay êdî peykera xwe ya dawî traş dike.
Peykersaz Nikolay li ser karê xwe wiha axivî, "Ez peykersazekî profesyonel im.
Loma jî bi her cure keresteyên siruştî kar dikim, bi yên mîna: tûnc, kevir, dar, xîz û heta bi kundir jî.
Vê gavê vê gavê bi qeşayê kar dikim, bê guman kereseyeke ne kevneşopî ye. Îsal ev karê min ê dawî ye.
Projeyên ku em li serê kar dikin, navê wê ‘Ice Moskow’ e, loma jî hemû berhemên me ji bo patyext hatine terxankirin."
Peykersaziya ji qeşayê di çarçoveya "Festîvala Ice Moskow"ê de hatiye organîzekirin.
Rêkxeranên festîvalê hewil daye vê qadê dagerînin li cîhaneke çîrokî ya ji qeşayê.
"Peykerên me hemû behsa destkeftên endaziyaran dikin"
Berpirsê Festîvala Ice Moskowê Aleksandr Kovtunets:
"Peykerên me hemû behsa destkeftên endaziyaran dikin lê bi awayekî kreativ, bi awayekî hunerî.
Wekî mînak, dema peykera endaziyarekî tê çêkirin, divê peykersaz nîşan bide ka di serê wê endaziyarê de çi proje heye."
Şêniyên Moskowê bi giranî bi malbatî serdana festîvalê dikin.
Li vê derê ji bo zarokan, qadên taybet ên ji bo kêfxweşî û ji bo şimitînê hatine veqetandin.
Maketa Sûrên Kremlînê yên ji qeşayê 50 metre bi dirêjayî û 6 metre bi bilindayî hatiye avakirin.
Di bin ronahiya rengareng de ev maket vedigere li qesreke efsanewî.
"Ji ber bîranînên zarokatiyê malbat bi zarokên xwe re beşdar dibin"
Serdêr û menejer Anastasiyayê got, "Li vir ne tenê peykerên ji qeşayî, her wiha girikên ji qeşayê yên ji bo şemitînê jî hene.
Bê guman, di bîranîna me ya zarotiyê de, girikên han kêfxweşiyeke herî hezkirî ne.
Loma jî malbat bi zarokên xwe ve tên vê derê. Lê ne tenê zarok.
Ez bi xwe jî çend caran çûm serê diwêr û min xwe xişikand heta jêrê. Kêfxweşiyeke newaze ye!"
Yek ji sembolên Moskowê, Katedrala Bazîlê Pîroz jî di navenda qadê de şewq dide.
Her serdêrekî derbasî qadê dibe, pêşî li dora Katedralê digere.
Serdêra festîvalê Yevgeniyayê jî wiha anî ziman, "Ez cara yekê ye têm vê derê. Bi kurê xwe ve hatime.
Her tişt li xweşa me hat. Mezinahiya qadê, peykerên ji qeşayê, ronahî, muzîk, her tişt.
Heta mirov dikare hin tiştan jî bixwe bixişikîne. Sipas ji bo rêkxeran."
Mijarên peykeran jî, mîna Moskowê bi xwe, gelek dewlemend in: ji nêrîtên folklorîk bigire, ta esmangeriyê, herî zêde jî bala serdêran tê kişandin ser destkeftên endezyarên Rûsî yên di maweya sedan salan de.
Ji bilî peykerên newaze, di çarçoveya festîvalê de bernameya hunerî jî tê pêkêşkirin.
Mijara bernameyê jî destkeftên endaziyarî yên di warê It teknolojiyê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse