Geştyarên Moskowê di sersalê de li qada şemitînê ne: ‘Silav li xortên Kurdistanê’

31-12-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Geştiyarên Moskowê di sersalê de li qada şemitînê ne: ‘Silav li xortên Kurdistanê’
Geştiyarên Moskowê di sersalê de li qada şemitînê ne: ‘Silav li xortên Kurdistanê’
Nîşan Moskow Sersal
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Di betlaneya sersalê de geştiyar û şêniyên Moskowa paytexta Rûsyayê bi malbatî diherikin ser qadên şemitînê.

Alîsiya bi dayika xwe re ji herêma herî dûr a Rûsyayê Vladîvotokê ji bo betlaneya Christmasê hatiye Moskowê.

Jê re kêfxweşiya herî mezin şemîtîna ser qeşayê ye. Ji xwe hêviya wê ew e ku bibe patenvaneke atrîstîk.

Geştiyara ji Vladîviostokê Alîsiyayê got:

“Em ji Rojhilata Dûr ji bo betlaneyê hatine Moskowê. Ez 10 salî me û ji çar saliya xwe ve fêrî şemitîna artîstîk dibim. Gelekî ji şemitînê hez dikim û dixwazim bibim patenvaneke atrîstîk.”

Mamosteya dibistanê û dayika Alîsiyayê, Yelenayê anî ziman:

“Em ji bajarê Vladîvostokê ji bo betlaneya sersalê hatin. Keça min ji şemitînê hez dike û loma min ew anî vê derê da ku çêja şemitînê bibine. Ev der pir xweş e!”

Îsal qada şemitînê ya Parka VDNXya li dor maketa Keştiya Fezayî ya Vostokê hatiye çêkirin ku firehiya wê nêzîkî 9 hezar metre çargoşe ye. Nêzî 2000 kesî bi carekê dikarin li ser pîstê bişemitîn.

Şemitîna li ser qeşayeke hilû ji bo Rûsan yek ji şahiyên herî populer ên betlaneyên Christmas û sersalê ye.

“Em silavê dişînin hemû xortên Kurdistanê re!”

Endazyara bi navê Olegê jî got:

“Ez ji şemitînê hez dikim. Dixwazim hemû qadên şemitînê yên Moskowê bigerim, yê Parka Gorkî, yê li Meydana Sor û yên din û li ser wan bişemitim.

Ji bo min şemitîn tevgera jiyanê ye ku bi saya wê mirov her tim li serxwe û zindî dimîne.”

Bi tarîbûna ezman re ronahiya rengareng û berf û qeşa bi hev re dîmeneke çîrokî diafirînin û di avhewayeke wiha de geşta ciwanan, yekîtiyeke romantîk ava dike.

Rahênera jîmnastîkê Nataliya Sergeyevnayê got:

“Ez her sal şagirdên xwe tînim qada şemitînê. Bi taybetî di betlaneya sersalê de em tên vê qadê.

Qada şemitînê ji bo me hem cihê hevdîtin û hevgirtina koma me ye, hem jî cihê kêfxweşiyê ye. Em silavên xwe dişînin ji hemû xortên Kurdistanê re!”

Li gorî amarên fermî, her sal di zivistanê de tenê li Moskowê zêdetirî 25 milyon kesan tên pîstên şemitînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst