Xelatên 3yemîn Festîvala Filmên Kurdî ya Moskowê hatin belavkirin

21-10-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan 3yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê Xelat
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - 3yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê bi dawî bû û xelatên festîvalê hatin belav kirn.

Di warê filmên dirêj de xelata filma herî baş filma “Bîraxane” ya derhênerê Kurd ê Bakurê Kurdistanê Bîlal Korkut wergirt.

Di çarçoveya festîvalê de, ji çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û Rûsyayê, 42 filmên Kurdî hatin nîşandan û 40 ji wan di pêşbaziyê de cih digirin.

Hezkiriyên sînemaya Kurdî di roja dawî ya 3yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî de, careke din li Sînemya Îlluzyon ya Moskowê kom bûn.

Bi bîryara Jurîyê, di beşa “Baştirîn Filmê Dirêj” de, fîlma  “Bîraxane” yê derhêner Bîlal Korkût layîqî xelata sereke hat dîtin. Xelatê, alîkara derhêner Rojda Oral werdigrt.

Alîkara derhênerê fîlma “Bîraxane” Rojda Oralê got, “Bi rastî erz pir kêfxweş im ku me ev xelat stend.

Ev hefteyeke em li Moskowê ne min li filmên pir xweş jî temaşe kirin.”

Fîlmên ku xelat wergirtine

Di warê “Baştirîn Kurtefîlm” fîlma “Nebihîstî” yê Remezan Kiliç; “Baştirîn Belgefîlm” fîlma “Bîr” yê derhêner Weysî Altay û weke “Baştirîn Belgefîlmê Kurt” fîlmê “Çiya- Vegotina Jinê” yê  Rêbwar Mehmûdpûr  xelat wergirtin.

Derhênerê fîlmê Nebihîstî Remezan Kiliç wiha axivî, “Fîlma me li ser keçeke 10 salî ye. Ew ji bo dayika xwe dixwaze televizyoneke bi Kurdî biaxive çêbike.

Me filma memleketê xwe kişand. Ez ji Agiriyê me. Me fîlm par kişand.

Fîlma me niha li dinyayê li 96 festîvalan geriya û ev jî xelata me ya 25emîn e.”

“Di 282 festîvalan de 26 xealt wergirt”

Derhênerê fîlma “Bîr” Weysî Altay wiha anî ziman, “Ev fetîvala 282yemîn e ku fîlman min tevlî dibe. Ev xelata min a 26an ku ez werdigrim.

Fîlm jî naveroka xwe li ser windahiyên Kurdistana Bakur e. Kesên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine windakirin û kesên ku ji bo wan windayan têkoşên dikin.

Ji bo bîra Kurdistanê ye, jixwe navê wê jî `Bîr` e”

Derhênerê fîlma “Kwestan” Rêbwar Mehmûdpûr got, “Navê fîlma min Kwestan/Zozan e, bi nêrîna jinan e û li ser jiyana zehmet a kolberan e.

Di fîlma min de kolber bi xwe behsa jiyana xwe nakin lê jin behsa Kolberan dikin. Yên ku bira, mêr û kurên wan kolber in, diaxivin.”

Rêkxerên Festîvalê herî zêde ji ber elaqeya hunermendên Rûs medyaya Rûsî bo Festîvalê memnun in.

“Jûriyê nizanibû kijan filmê hilbijêre”

Seroka Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê Gulîzer Gerdenzerî got:

“Gelek fîlmên ku kalîteyan baş ên profesyonel hatin. Ne tenê ez dibêjîm, jûrî jî dibêjin. Jûriyê nizanibû kijan filmê hilbijêre.

Ez gelek kêfxweş im bona vê yekê. Ev tişt nîşan dide ku sînemakerên me pêş de diçin.

Serokê Rûmetê yê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê Kerem Gerdenzerî fiyar kir, “Gelek Rûs li Moskowê tên li vê derê temaşeyî fîlman dikin.

Ew gelek kêfxweş dibin, dibêjin rast e dewleta Kurdan tineye lê çanda wan, festîvalên fîlmên wan gelekî balkêş û baş e.”

3yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê bi nîşandana fîlmê “5 kilo Gûz” yê Behrûz Qubadî hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst