Geştyariya ji Rûsyayê ya ber bi Tirkiyeyê ve ji sedî 40 kêmtir bûye

05-08-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Geştyariya Rûsan ji bo Tirkiyeyê kêm bûye
Geştyariya Rûsan ji bo Tirkiyeyê kêm bûye
Nîşan Rûsya Geştyar Tirkiye
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Komeleya Operatorên Geştyariyê ya Rûsyayê (ATOR) ragihand ku îsal rêjeya geştyariyê ji Rûsyayê ber bi Tirkiyeyê ve li gorî sala 2019an ji sedî 40 kêmtir e.

Li gor Operatorên Geştyariyê ya Rûsyayê yek ji sedemên kêmbûna rêjeya geştyarên jî bihabûn e.

Malbata Artur Petrov wekî her sal, plan dikir ku îsal demsala havînê ji bo betlaneyê biçe Antalyaya Tirkiyeyê lê ew neçar mane ku plana xwe biguherin.

"Salên berê em diçûn Tirkiyeyê lê niha ger pir biha bûye"

Nûnerê Bazirganiyê Kompanyaya Mobîlyayê Artur Petrov got:

“Salên berê em diçûn Tirkiyeyê lê niha ger pir biha bûye. Em hêvî dikin ku ber bi meha îlonê ve hejmara geştiyaran kêmtir be û dibe ku nirxê geran erzantir bibe. Îca niha li Moskowê em bêhna xwe vedidin.

Li vir her cure merc û derfet hene. Dibe ku paşê em berê xwe bidin herêmên me yên başûr. Herçend, dibêjein ew der jî tije ne. Niha em li Moskowê ne.”

Li gorî operatorên geştyariyê, havîna 2019an, bihayê navînî yê gera 10 şevan a li Tirkiyeyê ji bo her kesekî derdora 50-60 hezar rubl bûye.

Îsal, bihayê gereke bi heman mercan hema bêje du qat zêde bûye û gihîştiye 100-115 hezar rublî.

Li gorî rapora ATORê, di şeş mehên borî de ji Rûsyayê 2 milyon û 709 hezar û 397 geştyar çûne Tirkiyeyê.

Îsal, piraniya welatiyên Rûsyayê berê xwe didin geştyariya navxweyî.

Xwendekara zankoyê Anastasiya Melnikovayê jî wiha got:

“Em ji herêma Kurskê ne. Cara yekê me îsal biryar da ku ji bo betlaneyê em werin Moskowê. Ji ber ku Moskow nirxekî Rûsyayê yê giranbiha ye, paytexta me ye.

Ez dibêjim, divê her welatiyek serdana vî cihê nuwaze bike û van ciwaniyên Moskowê bibîne. Loma jî me biryar da ku vê havînê em li vir bêhna xwe vedin.”

"Ez êdî çend sal in ku naçim derweyî welêt"

Pispora marketingê Alisa Seleznyovayê jî got ku gera li derve gelekî giran bûye û pê de çû:

“Ez êdî çend sal in ku naçim derweyî welêt. Ger gelek giran bûye. Ez bêhna xwe li bajarên Rûsyayê vedidim. Par em li Soçiyê bûn. Sala pêştir li Anapayê bûn. Îsal li Moskowê avhewayeke pir xweş heye.

Derfet heye ku mirov li vir bigere. Dibe ku paşê ez serdana Saint Petersburgê bikim lê naçim welatên din.”

Li gorî daneyên Komeleya Operatorên Geştiyariyê ya Rûsyayê, sala 2019an 7 mîlyon geştyar ji Rûsyayê çûne Tirkiyeyê.

Sala 2022yan ew rêje daketiye 5,2 mîlyon kesî. Tê payîn ku îsal jî ev rêje dê negihije amarên salên beriya pandemiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst