Li Qirxizistanê Alaya Kurdistanê bilindkirî ye: ‘Em pê şa dibin’

30-03-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Alaya Kurdistanê Qirxizistan
A+ A-

Bîşkek (Rûdaw) - Piştî hilweşîna Yekîtiya Komarên Sovyetê  yên Sosyalîst, Qirxizistanê sala 1991ê serxwebûna xwe ragihand.

Îro pêwendiyên wê yên dîplomatîk bi 123 welatên cîhanê re hene lê tenê 83 welatan balyozxaneyên xwe li wî welatî vekirine.

Bilindkirina Alaya Kurdistanê ya li navenda Bîşkekê, li kêleka alayên dewletên serbixwe yên cîhanê, bîst sal berê bi destpêşxerî û hewldana Serokê Komeleya Kurdên Qirxizistanê Remezan Seyîdov ve pêk hatiye.

Serokê Komeleya Kurdên Qirxizistanê Remezan Seyîdov li ser wê yekê got:

“Sala 2004an em bi delegasyonekê çûn Herêma Kurdistanê. Li wir hevdîtina me bi Kek Nêçîrvan Barzanî re çêbû. Wê çaxê serokwezîr bû. Me li ser jiyana Kurdên Qirxizistanê, Asyaya Navîn gelek gotûbêj kirin.

Em hatin gihîştin wê derê, min got, em dixwazin bingehek were çêkirin. Wî got, ez bawer nakim çêbibe. Min jî got em li wir dijîn, em wî miletî baş nas dikin, wê dewletê baş nas dikin.

Eger hûn bêjin erê, em hazir in. Got eger hûn çêbikin em jî hazir in. Em vegeriyan hatin. Di nava 3-4 mehan de me bi dewletê re xebat kir. Bi fermî ala hat bilindkirin.

Ser navê Kurdistanê, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Xoşewî Babekir hat, protokol îmze kir. Dewleta Qirxizistanê jî îmze kir. 3-4 endamên parlamentoyê jî beşdar bûn. Me ala bilind kir.”

Nûnertiya Herêma Kurdistanê li Qirxizistanê nîne lê Kurdên li vî welatî pê serbilind in ku Alaya Kurdistanê li cîhanê tenê li bajarê wan, li paytexta Qirxizistanê bi fermî hatiye hilkirin.

“Wêneyên xwe li ber digirin, pê şa dibin”

Bazirgan Telmanê Seîd jî li ser bilindkirina Alaya Kurdistanê da zanîn:

“Tiştekî serbilindiyê ye. Li vê derê, li dewleta Qirxizistanê Alaya Kurdî di nav alayên din de hatiye bilindkirin. Ev tiştekî gelekî di pêş de ye.

Heval û hogirên me ji dewletên din tên, em hemûyan tînin vê derê, nîşan didin, bawer nakin. Em wan tînin nîşan didin ku Alaya Kurdistanê hatiye bilindkirin. Wêneyên xwe li ber digirin, pê şa dibin.”

Êdî 20 sal in ku stûna bi Alaya Kurdistanê bûye cihê ziyaretê, hem ji bo Kurdên Qirxizistanê, hem jî ji bo mêvanên ji Kurdistan û ji derveyî welêt diçin.
Karsaz Eliyê Mistefayê jî got:

“Ev der parkeke mezin e û navenda bajêr e. Dema ev di vir re derbas dibin, em wêneyê xwe li ber digirin û ji hevalên xwe re dişînin. Alaya me Kurdan e, dilê me ye.

Niha di nav alayên dewletên din de alaya me jî li Qirxizistanê her tim bilindkirî ye. Em pê şa dibin, serbilind in. Ala ye, wek Rûs dibêjin, nîşana dewletê ye.”

Kurdên Qirxizistanê jî dilşad in ku tevî guvaşên hin welatên cîranên Kurdistanê, Hikûmeta Qirxizistanê daxistina Alaya Rengîn red kiriye.

Serokê Komeleya Kurdên Qirxizistanê Remezan Seyîdov got:

“Bilindkirina alayê, serbilindiyeke mezin e. Hûn dizanin, wexta milet bê dewlet e, bê xwedî ye, ala ji bo mirovan tiştekî gelekî, gelekî mezin e. Rastî, me xwest di bin vê alayê de gelekî kar û xebat bihatana kirin.

Mixabin, di navbera dewleta Îraqê û Qirxizistanê de karê dîplomasiyê nîne. Hinekî zehmet e. Ez çima dixwazim bingehek bê çêkirin? Qirxizistan, rast e, welatekî biçûk e lê dengê wê di nava Neteweyên Yekbûyî de heye, li UNê ew jî dewletek e.

Du sal berê em çûbûn Kurdistanê. Revenda Kurdistanî dihate avakirin. Kek Mesud Barzanî em qebûl kirin, heta 30 neferî. Di nava gotina xwe de got, ew dewletên hûn lê dijîn, em dixwazin ew dewlet bibin dostê gelê Kurd.

Hûn divê lobî bidin avakirin. Lobî çawa tê avakirin? Divê çûnûhatina Kurdan û Qirxizan hebe ku çêbibe.”

Li Qirxizistanê dora 20-25 hezar Kurd dijîn û tev jî di salên 40î yên sedsala borî de ji aliya rejîma komunîst a Yekîtiya Sovyetê ve ji komarên Qafqasyayê hatine sirgunkirin.

Tevî raboriyeke giran, parastina ziman û rihê niştimanperweriyê îro di nav wan de di asteke bilind de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst