Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê diyar kir ku ew ji peymana Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kêfxweş in.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova li ser banga çekdanîn û xwe fesixkirinê ya PKKyê û peymana Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî ji nûçegihanê Rûdawê Kamîz Şeddadî re axivî.
Maria Zakharovayê got,"Her cure gav û destpêşxeriyên ku armanca wan kêmkirina tundiyê be li welêt û bi giştî li herêmê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî bi rêyên aştiyane, ji bo avakirina baweriyê dikarin bi memnûniyetê bên pêşwazîkirin. Em hêvî dikin ku ev dê aştiyê bîne, aramî û ewlehiyê xurttir bike."
Hevpeyvîna Kamîz Şeddadî û Maria Zakharovayê wiha ye:
Rûdaw: PKK ku 40 sal in ji bo mafên Kurdan li Tirkiyeyê şerê çekdarî dimeşîne roja 1ê Adarê agirbesta yekalî ragihand.Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan daxwaz ji endamên rêxistinê kir ku dest ji çekan berdin û dawî li şerê çekdarî bînin. Ocalan her wiha xwest ku PKK xwe fesix bike. Gelo, Moskow vê pêngavê çawa dinirxîne û bi dîtina we, dê çi bandorên muhtemel ên vê gavê li Tirkiye û li herêmê hebin?
Maria Zakharova: Bi nêrîna me, hemû gav û hewildanên ku armanca wan daxistina tundûtujyê li wî welatî û li herêmê bi giştî û sazkirina avhewayeke baweriyê ye ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî bi riyên aştiyane, tenê hêjayî pêşwazîkirinê ne. Em hêvî dikin ku ev bûyer dê xizmeta aştî û aramî û ewlehiyê bike.
Rûdaw: 10ê Adarê Serokkomarê Sûriyeyê û Fermandarê HSDyê ku Kurd serkirdeyên wê ne peymanek îmze kirin ku mafên destûrî yên Kurdan di dewleta Sûriyeyê de nas dike. Her wiha beşdariya saziyên serbazî û îdarî yên xweserîya Kurdan di nav dezgehên dewletê de misoger dike. Bi dîtina we, gelo peymana nû dê yekparçeyiya Sûriyeyê misoger bike û aramiya demdirêj ji wî welatî re bîne ku eger em bûyerên trajîk ên li rojavayê Sûriyeyê bînîn ber çavên xwe?
Maria Zakharova: Li ser bingeha prensîpên me yên ku me çendîn caran aşkere kirine, yên mîna rêzgirtina yekparçeyî û serwerî û yekîtiya Sûrîyeyê, Rûsya bi rastî jî pêşwaziya îmzekirina peymana ji bo vegerandina Rojhilata Firatê li hembêza dewleta Sûriyeyê dike ku di heman demê de maf û berjewendiyên qanûnî yên hemû komên neteweyî û mezhebî yên li wê herêmê dijîn, misoger dike. Bi giştî em bi wê yekê re ne ku divê hemwelatiyên Sûriyeyê bi xwe di çarçoveya diyalogeke berfireh de bêyî destwerdana ji derve çarenûsa welatê xwe destnîşan bikin.
Ev peyman ku di navbera desthilata Sûriyeyê û rêveberiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hatiye îmzekirin, di riya dabînkirina yekîtiya Sûriyeyê û xurtkirina ewlehî û aramiya wî de, em wek gaveke girîng dinirxînin. Em têdigihêjin ku bicihanîna di pratîkê de wan rêkeftinan, bê guman, dê rastî gelek dijwarî, gef û arîşeyên curbicur bên û ji bo borandina wan dijwariyan, divê hewlên avaker werin domandin û bê guman, divê amade bin ji bo lihevkirinan. Em hêvî dikin ku her du alî dê pê bikarin
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse