Rûsya - Xirîstiyanên Ortodoks Cejna Jidayikbûna Mesîh pîroz dikin

07-01-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Deşta Mûşê Koremişk Rûsya Cejna Christmasê
A+ A-

Rûsya (Rûdaw) - Digel ku piraniya cîhanê Christmasê 25ê Kanûna Paşîn piroz dike, hinek Xirîstiyanên di kevneşopiyên Ortodoksa Rojhilatî de dê 7ê Kanûna Paşîn roja yekşemê roja pîroz a jidayikbûna pêxember Îsa pîroz bikin.

Dêrên Ortodoks ku salnameya Juliyanê dişopînin 13 roj piştî salnameya Gregoryanê ku ji aliyê dêrên Katolîk û Protestanan ve tê şopandin Cejna Christmasê pîroz dikin.

Hewarî Matthei di Încîlê de dinivîse ku Magên ji welatê Medyayê stêrkeke ne asayî li ezmên dît û li pey wê çûn.

Stêrk li ber wan çû ta welatê Cihûstanê, û di dawiyê de hat û li ser cihê ku Îsayê Zarok lê bû, rawestiya.

Magên ji Medyayê ku ciyê jidayîkbûna Îsa Mesîh vedîtibûn, di baweriya Xirîstiyanî de xwedî giraniyeke pir mezin in.

Stêrka rênîşandêr jî bi navê Stêrka Beytulehîm tê naskirin û di rêûresmên pîrozbahiyê de dêr û malên bawermendan pê tên xemilandin.

“Magên ji Medyayê bi hesabên xwe yên taybet Îsayê zarok dît”

Keşeyê dêra Ortodoksî Îoann Panadebets diyar kir, “Magên ji Medyayê bi hesabên xwe yên taybet ew sterk peyda kir û pê hatin û wan Îsayê Zarok dît.

Wan, bi xwe re diyariyên Rojhilatî, yên mîna zêr, diyarî ji bo Xweda, bixûr û rûnê mirê jê re anîn.”

Roja Jidayîkbûna Îsa Mesîh ji bo Xirîstiyanan, pey Cejna Paskalyayê re, duyemîn cejna herî girîng e.

Mesîhiyên ortodoksî beriya vê cejnê 40 roj rojî digirin.

“Diyarî li bin dara Noelê li benda neviyên min in”

Bawermenda ortodoksî Yelena Petrovayê got, “Sifreya me ya cejnê pir xweş e.

Tê bîra min, dayika min goştê bi hestî di nav dîzikeke mezin de dixist firnê û bi bahartên curbicur pir xweş dibiraşt, da ku têra her kesî bike, lewra malbata me mezin bû.

Ew xwarin, xwarina me ya cejnê bû. Min jî ji bo cejnê gazî keça xwe û neviyên xwe kiriye.

Em dê li dor sifreyê kom bibin. Min ji bo neviyên xwe gelek kilor û şîrînî jî patine.

Min diyarî jî kirîne û danîne bin dara Noelê û li benda neviyên min in.”

Serdana dêrê û beşdarbûna merasima cejnê ya bi boneyê jidayikbûna Mesîh, yek ji wecîbeyên girîng ên bawermendan e.

“Em dê têra xwe şahî û kêfxweşiyê bikin”

Bawermenda ortodoksî Matryona Pavlovnayê anî ziman, “Ev cejneke şabûnê ye, em gelekî li benda wê bûn.

Em gelekî hez jê dikin. Piştî vê cejnê jî, Êvarên Pîroz dest pê dikin û ew jî 12 roj dom dikin.

Em dê têra xwe şahî û kêfxweşiyê bikin, spasiya Xwedê bikin.”

“Dema ku ez têm dêrê pir şa dibim”

Xizmetkarê dêrê Yevgeniy wiha axivî, “Dema ku ez têm dêrê, ez pir şa dibim.

Jixwe îro cejn e, her kes şa dibe. Ez pir ji vê cejnê hez dikim.”

Piştî Cejna Jidayikbûna Mesîh 7ê Kanûna Paşîn, ji bo bawermendên Ortodoksî, Rojên Pîroz dest pê dikin û heya Roja Mêrûnbûna Mesîh a 19ê Kanûna Paşîn berdewam dikin.

Li Rûsyayê Rojên Pîroz, bi bezm û şahî derbas dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst