Kongreya Russophileyê: 'Em dê pêwendiyên xwe bi gelê Kurd re xurttir bikin'

28-02-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Kongreya Russophile Rûsya Kurd Ziryan Rojhilatî
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Duyemîn Kongreya Tevgera Russophileyan a Navneteweyî li Moskowa paytexta Rûsyayê hate lidarxistin.

Ji kursiya kongreyê hat ragihandin ku Rûsya pêşengtiya avakirina nîzameke pircemserî û dadperwer a cîhanê dike ku divê bibe alternatîf ji bo nîzamê ku ji aliya rojava ve tê pêşxistin.

Di peyama serokê Rûsyayê Vladimir Putin de ku ji beşdarên 2yemîn Kongreya Tevgera Russophileyê re şandiye dibêje:

“Hewildanên Rojavaya Kolektîv ji bo tecrîdkirina Rûsyayê hatine şikandin. Ji bo şikandina vê tecrîdê Tevgera Russophileyan tevkariyeke girîng dike.”

 “Russophile, bersivek e ji bo Rûsofobyayê”

Rêkxerê Kongreya Tevgera Russophileyê Aleksandr Dugîn got, “Em niha ne di wê rewşê de ne ku îdia bi modeleke cîhanî  bikin.

Jixwe hizreke me ya taybet jî nîne, em hîn nû berê xwe didin hizra Rûsî. Russophile, bersivek e ji bo Rûsofobyayê.

Wekî em dibînin, li tevahiya cîhanê pêleke Rêsofobyayê belav dibe û ev yek jî, ji aliya globalîstên lîberal ên cîhanê ve tê pêşxistin.

Em jî li dijî wan disekinin û loma jî Russophile navekî rast e û di ciyê xwe de ye.”

Di Kongreyê de, der jê nîzama cîhanê, mijarên ku herî zêde tên nîqaşkirin, diyaloga navbera çand û şaristaniyan û dijberiya hegemonyaya Rojavayê ne.

Bi giştî zêdetirî 300 rewşenbîrên biyanî ji 130 welatên Amerîkaya Latîn, Asya, Afrîka û Ewropayê beşdarî Kongreya Russophileyê dibin.

Ji Başûrê Kurdistanê jî Rêveberê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhelatî wekî mêvan hatiye vexwendin.

“Beşdariya Kurdan di civînên navneteweyî de pir giring e”

Rêveberê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhelatî wiha anî ziman, “Ji bo Kurdan, beşdarîkirina di civînên wiha yên navneteweyî de tiştekî pir giring e.

A duyem jî, eger em li ser wê biaxivin ku ev bizav dikare bibe alternatîfek ji bo van saziyên navdewletî: ew ji heqîqetê piçekî dûr e.

Ji ber ku ew saziyên ku piştî Duyemîn Şerê Cîhanî hatine avakirin, bingehên wan çiqas zeîf jî bin, hîn xurttir in, ji tiştên ku niha tên pêşkêşkirin.”

“Em dê pêwendiyên xwe bi gelê Kurd re xurttir bikin”

Dîrektorê Rêveberiya Tevgera Navneteweyî ya Avrasyayê Leonîd Savîn wiha axivî:

“Em hem wekî Rûsya, hem ji serdema Yekîtiya Sovyetan bi Kurdan re pêwendiyên me yên nêz û dostane hene.

Bê guman di serdema Yekîtiya Sovyetan de hîn xurttir bû.

Îro, di vê dema ku hemû konseptên girêdayî bi pêwendiyên navneteweyî tên guhertin de, em dê pêwendiyên xwe bi nûnerên gelê Kurd re hîn zêdetir xurttir bikin.”

Tevgera Russophile salek berê hatye afirandin. Û bi gotina rêkxeran, ewê ku di 2ymîn Kongreya wê de bi sedan kesayet ji hemî parzemînên cîhanê beşdarî dikin, diyar dike ku Rûsya li ser rêya rast e.

Yekemîn kongreya Tevgera Russophile ya Navneteweyî di Adara 2023yan de li Moskowê pêk hatibû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst