Gotûbêjên di navbera Ermeniyên Qerebaxê û Azerbeycanê de dest pê kir

21-09-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Ermenistan Azerbeycan Gotûbêj Qerebax
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Ermeniyên ji Qerebaxa Çiya ji bo danûstandinên bi Bakûyê re gihişt bajarê Yevlaxê yê Azerbeycanê.

Medyaya herêmî radigihîne ku danûstandinan êdî dest pê kiriye.

Di danûstandinan de, nûnertiya Azerbeycanê Endamê Parlamentoya Azerbeycanê Ramîn Mamedovê dike ku Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev, meha adarê ew wekî berpirsê pêwendiyên bi Ermeniyên Qerebaxê re destnîşan kiribû.

Nûnertiya Ermeniyên Qerebaxê jî parlamenterê Qerebaxê David Melkumyan dike.

Li aliyê din, nûnerê Hêzên Aştîparêz ên Rûsyayê jî beşdarî danûstandinan dibe.

Di civînê de dê mijarên "ji nû ve entegrasyonê, dabînkirina maf û ewlehiya Ermeniyên Qerebaxa Çiya û herwiha mijarên dabînkirina debara xelkê Qerebaxê” di çarçoveya Destûra Bingehîn a Azerbeycanê de bên gotûbêjkirin."

Azerbeycanê, 19ê Îlonê li Qerebaxê bi armanca “vegerandina nîzama destûrî” “tedbîrên dij-terorê yên xwecihî” ragihandin.

Dotira rojê, rayedarên Qerebaxa Çiya ragihand ku wan bi navbeynkariya Hêzên Aştîparêz ên Rûsyayê re li ser agirbesta bi Bakûyê re li hev kiriye.

"Azerbeycanê serweriya xwe vegerand"

Îlham Aliyev jî da zanîn ku "Azerbeycanê serweriya xwe vegerand" û "Piraniya leşkerên Ermenî yên li Qerebaxê hatin tunekirin”.

Serokkomarê Azerbeycanê tekez kir ku “ti pirsgirêka Bakûyê” bi gelê Ermenî yê Qerebaxê re nîne.

Di nav mercên rêkeftina agirbestê de hinek xalên bi vî rengî cih digirin:

- Vekişîna yekîneyên mayî û personelên leşkerî yên hêzên çekdar ên Komara Ermenistanê ji Qerebaxê

- Betalkirin û bêçekkirina tam a Artêşa Parastinê ya Qerebaxê

- Vekişîna alavên giran û çekan ji xaka Qerebaxa Çiya "bi armanca îmhakirina wan"

Li aliyê din, Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, meha gulanê gotibû ku Erîvan amade ye axa Azerbeycanê ya 86,6 hezar kîlometre çarçik ku Qerebaxa Çiya jî tê de ye, nas bike.

Nîkol Paşînyan wekî merc jî ev diyar kiribû:

"Lê divê em tomar bikin ku mijara maf û ewlehiya Ermeniyên Qerebaxê divê di diyaloga Stepanakert-Bakûyê de were gotûbêjkirin."

Azerbeycanê xwestiye hinek kes werin radestkirin

Wekî rojnameya Ermenistanê radigihînin, Azerbeycanê ji Qerebaxê daxwaza radestkirina hinek welatiyan jî kiriye.

Di nav wan kesan de serkirdeyên berê yên Qerebaxa Çiya û kesayetiyên hikûmetê û leşkerî jî hene.

Ji aliyê din ve, Nîkol Paşînyan ragihand ku Erîvan beşdarî amadekirina daxuyaniya agirbestê nebûye.

Erîvanê kiryarên Bakûyê wekî "êrîşekariyeke mezin" bi nav kirin.

Ermenistanê herwiha gelek caran "hebûna leşkerên xwe ya li Qerebaxê" red kiriye.

Civîn xelas bû

Hat ragihandin ku civîna nûnerên Azerbeycanê û heyeta Ermeniyên Qerebaxê ya li bajarê Yevlaxê bi dawî bû.

Piştî hevdîtinan ti daxuyanî nehat dayîn.

Medyaya herêmî ragihand ku beriya bidawîbûna civînê, tevlî rojnamegeran jî xelkê li ber avahiya mizakereyan hatiye dûtxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst