Li Rûsyayê enflasyon ji nişka ve zêde bû

06-11-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Rûsya Eflasyon Rûble Banka Navendî ya Rûsyayê
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Banka Navendî ya Rûsyayê ragihand ku enflasyona salane di destpêka meha Çiriya Paşînê de gihîşt ji sedî 14an.

Li Rûsyayê bi enflasyonê re herî zêde bihayê xwarinê bilind bûye.

Pispor, sedemên bilindbûna enflasyonê bi erzanbûna rubleyê ve girê didin lê tenê kelûpelên hawirde biha nebûne.

Li gorî amarên Ajansa Amaran a Rûsyayê Rosstatê, di enflasyona xerîdaran de para herî mezin a sebze û fêkiyan e.

Bi amarên Hikûmeta Rûsyayê di dawiya meha Çiriya Pêşînê de enflasyona salane li derdora ji sedî 6,6 bû lê li gorî hestên welatiyan, biha bi qasî ji sedî 14an zêde bûye.

Enflasyoneke yekcar di sektora xwarinê de tê dîtin

Rosstatê ragihand ku enflasyoneke yekcar di sektora xwarinê de tê dîtin.

Jixwe li gorî Banka Navendî ya Rûsyayê jî di enflasyonê de rola berhemên fêkî û sebzeyan diyarker bûye.

Tenê di hefteya dawî de bihayên xwarinên mîna, hêk ji sedî 2,3, sosîs ji sedî 8, mirîşk û rûn ji sedî 0,4, goşt, masî, şîr û nan ji sedî 0,3, rûnê gulberojê ji sedî 0,2 zêde bûne.

Ji serê salê ve jî, rêjeya zêdebûna bihayên xwarinê wiha ne, mûz ji sedî 42,1, goştê mirîşkan ji sedî 29, kelem ji sedî 22,3, bacanê sor ji sedî 21,2, sêv û fêkî û sebzeyên din ji sedî 15,11.

Pispor sedemên vê yekê bi guhertinên di zincîra veguhastinê ve girê didin an ku lojîstîk tevlihevtir û bihatir bûye.

Lêkolîn nîşan didin ku bihayê navînî ya veguhestinê di nava herêmên Rûsyayê de ji 2021an û vir ve ji ji sedî 50 heta ji sedî 70 zêde bûye, sedema duyemîn jî bêserûberiya rûbleyê ye.

Di hilberînê de para hawirdeyê gelekî mezin e

Li gorî amaran, para kelûpelên xwemalî di bazara navxweyî de ji sedî 80 ye lê di hilberînê de para hawirdeyê gelekî mezin e.

Pispor amaje bi wê yekê didin ku zêdebûna bihayê parçeyên yedek ji bo teknîk, pêkhateyên ji bo damûdezgehan, peyn, dermanên beytarî ku ji derve têne hawirdekirin, li pêşiya erzanbûna demsalî ya fêkî û sebzeyan bûye asteng.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst