Derbarê me de

Tora Medyayî ya Rûdawê
Tora Medyayî ya Rûdawê, dezgeheke medyayî ya serbixwe ye. Berhemên xwe bi awayên nivîskî, dîtinbar û bihîstbar belav dike. Dezgeheke qezencxwaz e, lê gihandina agahîyan bi awayekî profesyonel wek armanca xwe ya sereke dibîne. Di belavkirin û gihandina berhemên xwe de xwe bi ti sînorekî cografî û çarçoveyeke hizirî girê nade û dîtineke wê ya cîhanî ji bo kar û belavkirinê heye.
Navenda sereke ya Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Hewlêrê yê paytexta Herêma Kurdistana- Iraqê ye. Ofîsên wê li gelek welatên cîhanê hene. Berhemên xwe bi zimanên kurdî, ingilîzî, erebî û tirkî belav dike û ji aliyê Kompanyaya Rûdaw a Karê Ragihandinê ve piştevanî lê tê kirin û xwedîtî lê tê kirin. Rêberê giştî yê Kompanyaya Rûdawê Ako mihemmede.
Dijîtal medya
Kompanyaya Rûdawê meha nîsana 2008an dest bi berhemanîna di warê karê medyayî de kir. Malpera Rûdawê meha nîsana 2008an dest bi kar kir û di 14ê meha gulana 2013an de wek portal û sosyalmedyayeke berfireh hate nûkirin û bû beşeke girîng a Tora Medyayî ya Rûdawê, bi zimanên kurdî (kurmanciya jorîn û jêrîn), ingilîzî, erebî û tirkî, herweha ji bo yekemîn car aplîkêşna Rûdawê bi wan zimanan jî ji bo ser telefona mobayl û tabletan hate çêkirin, ku ev ji bo medyaya Kurdistan û deverê karekî nû bû. Herweha Ji bo cara yekem aplîkêşna smart TV û car play li Iraq û Kurdistanê çê kir. portal û sosyalmedyaya Rûdawê afirandin û pêşketinên mezin di warê sosyalmedyayê de pêk anîn. Bi sedema vê yekê jî di sibata 2018an de, di konferansa hejmar 13 a (Komeleya Cîhanî ya Rojname û Belavokan – WAN-IFRA) bi hevbeşî ligel Mîrnişîna Dubey li Mîrnişînên Erebî yên Yekgirtî derbarê siberoja karê medyayî hate sazkirin, di roja 28ê sibata 2018an de, di merasîmeke berfireh de xelata Saziya WAN-IFRA bi sosyalmedyaya Rûdawê hat dan, wek baştirîn û bibandortirîn sosyalmedyaya Rojhilata Navîn. WAN-IFRA sala 1948an hatiye damezrandin û navenda wê ya sereke li bajarê Hamburg ê Almanyayê ye.
Rojnameyên Rûdawê
Heftenameya (Rûdaw): Yekemîn rojnameya Kompanyaya Rûdawê bû. Hejmara wê ya yekem di 5ê nîsana 2008an de hate belavkirin. Heftane roja duşemê dihate belavkirin. Yekemîn sernivîserê wê Ako Mihemed bû. Sala 2014 Selam Sadî bû sernivîserê wê heta ragirtina wê di hejmara 593an de, di roja 24.02.2020an de. Heftenameya Rûdawê yek ji pirfiroştirîn rojnameyên kurdî bû û li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Helebce, Kerkûk û Dihokê dihat firotin. Demeke kurt li Hewlêrê li Çapxaneya Aras dihat çapkirin û paşê li Silêmaniyê li Çapxaneya Kurdistan dihat çapkirin. Bi dirêjahiya wê demê çend dosye vekirin ku bûne rojeva raya giştî û  palner ji bo biryarên hikûmetê, herweha hevpeyvîn bi serok û karbidestên cîhanê re pêk anîn.
Heftenameya (Rûdawa Werzişî): Yekemîn hejmara wê di 4ê hezîrana 2008an de bi piştevaniya darayî ya kompanyaya Delta derket û ew piştevanî heya 12 hefteyan berdewam bû, paşê Kompanyaya Korek bo demeke dirêj bû piştevana darayî ya wê heftenameyê. Sernivîserê wê Îhsan Tahir bû. Her roja sêşemê dihat çap û belavkirin. Hejmara wê ya dawî di destpêka sala 2019an de hate rawestandin. Pirfiroştirîn û pir tîrajtirîn rojnameya kurdî ya werzişî bû. Gelek caran gêncên hin bajarokan guvaş li ser rêveberên bajarokên xwe dikirin da ku (Rûdawa Werzişî) bigihêje bajarokê wan. Rojname ji destpêka derketina xwe heya rawestandinê di hejmara 530 de, di 1ê kanûna duyem a 2019an de, li Çapxaneya Kurdistan li Silêmaniyê dihat çapkirin.
Heftenameya Rûdaw- Çapa Ewropayê: Heftenameyek bû bi her du şêwezarên kurmanciya jorîn û jêrîn, bi tîpên latînî û aramî li bajarê Koln li Herêma North Reyn Westfaliya dihate amadekirin û li bajarê Frankfurtê dihate çapkirin. Pêşî li gelek welatên Ewropayê dihate belavkirin, paşê tenê li Almanyayê dihate belavkirin. Demekê ji bo Bakurê Kurdistanê dihate şandin. Pêşî her roja sêşemê û paşê her roja pêncşemê dihate belavkirin. Xwînerên wê yên berdewam hebûn, herweha bi dehan aboneyên wê yên berdewam jî hebûn, gelek xwînerên wê digotin ku heftane me di hemî Kurdistanê de digerîne û hinekan digotin em nizanin arasteya wê ya siyasî çi ye. Sernivîserê wê Ako Mihemed bû. Du rêveberên wê yên nivîsînê hebûn, Hêmin Ebdulla rêveberê nivîsîna kurmanciya jêrîn, (Feysel Daglî û piştî wî Nesredîn Akyol) rêveberên nivîsîna kurmanciya jorîn. Hejmara wê ya dawî 266 bû, ku di 27ê nîsana 2014an de derket.
Mehnameya Le Monde diplomatique: Mehnameyeke lêkolînî ya kûr e. Sala 1954an li Fransayê hate damezrandin û bi 26 zimanan tê belavkirin. Kompanyaya Rûdawê ji bo cara yekem bi zimanê kurdî (kurmanciya jorîn û jêrîn) belav kir. Bi şêwezara kurmanciya jêrîn hejmara wê ya yekem di mijdara 2009an de ji aliyê Kompanyaya Rûdawê ya Karê Ragihandinê li Hewlêrê hate belavkirin. Hejmara dawî ku hejmara 36an bû, di meha xezîrana 2013an de hate belavkirin. Li Çapxaneya Kurdistan li Silêmaniyê dihate çapkirin. Sernivîsera wê Dr. Nezend Begîxanî bû. Hejmara yekem a çapa kurdî – kurmanciya jorîn di mijdara 2009an de hate belavkirin, hejmara dawî ku ji aliyê Kompanyaya Rûdawê ve hate belavkirin hejmara 4an a meha sibata 2010an bû. Li bajarê Koln li Herêma North  Reyn-Westfaliya dihate amadekirin, li bajarê Frankfurtê dihate çapkirin û li Ewropayê dihate belavkirin. Çend nivîser û siyasetvanên kurd di nivîsîna çapa kurdî de beşdar bûn, herweha çend wergêrên bişiyan ên zimanê fransî jî di wergerandina gotar û lêkolînên wê de beşdar bûn.
Heftenameya Nim Nim: Heftenameyeke civakî bû, pêvekeke taybet ji bi koran pê re derdiket bi nav û tîpên Braille. Ofîsa wê li Silêmaniyê bû û li Çapxaneya Kurdistan li Silêmaniyê dihate çapkirin. Hejmara wê ya yekem di roja 19ê mijdara 2009an de hate belavkirin, di destpêkê de rojên pêncşemê derdiket, paşê bû rojên yekşemê. Hejmara wê ya dawî ku hejmara 54an bû di roja 28ê kanûna yekem a 2010an de hate belavkirin. Sernivîserê wê Şiwan Adem Eyvs bû.
Çêkirina Tora Medyayî ya Rûdawê
Karê Kompanyaya Rûdawê sala 2012 hate berfirehkirin û dest bi amadekariyan hate kirin ji bo çêkirina Tora Medyayî ya Rûdawê, bi awayê multîmedya û berfirehkirina rûbera rûmalkirin û karê wê. Di wê salê de girêbest bi kompanyaya libnanî, fransî û brîtanî re hate pêkanîn ji bo çêkirina Tora Medyayî ya Rûdawê. Kirîn û damezrandina sîstem û amûrên weşanê û rahênana hevkarên Tora Medyayî ya Rûdawê li Sentera Ala li bajarê Hewlêrê dest pê kir. Weşana radyo, televîzyon û portala Rûdawê di demjimêr 5ê êvara çarşemê 29ê gulana 2013an de dest pê kir.
Portal û televîzyona Rûdawê, bi brandingeke profesyonel û balkêş û di eynî demê de nêzîk ji ruhê Kurdistanî derketin, ev jî di encama guftûgo û karkirina bi kompanyayên profesyonel ên  cîhanî yên vî warî re. Di heman demê de radyoya Rûdawê, bi hêzeke mezin ji lezgîniya gihandina nûçe, guftûgo û şîroveyên kûr derket. Weşana televîzyonî li Kurdistanê, ji bo cara yekem bi destpêkirina weşana Rûdawê bû weşaneke roj û şevî û 24 demjimêrî, berevajî berê ku weşana televîzyonên kurdî bi roj nebû yan dubareya şeva borî bû.
Di heman demê de pêkhate û sîstema berhemanîn û rêvebirinê li Rûdawê, bi temamî cuda ji dezgehên Kurdistanê û hevawayê dezgehên pêşketî yên medyayî yên cîhanê dest bi kar kir. News-gatheringa Rûdawê bû dilekî bihêz ê rêvebirina berhemanîna nûçeyan li Kurdistanê. Hevdem bi vê yekê re programên balkêş û pêşkêşkarên bişiyan mijarên Kurdistanê bi awayekî nû anîn ber çavan û xistin nav guftûgoyên hemî şêniyên Kurdistanê.
Documentary house ya Rûdawê berî weşana Tora Medyayî ya Rûdawê dest bi kar kir û Tora Medyayî ya Rûdawê niha xwediya 540 belgefîlman e, hejmarek ji wan belgefîlman jî xelat li Kurdistan û cîhanê bi dest xistine.
Televîzyona Rûdawê li gor rapirsiyên kompanyayên cîhanî yên taybetmend pirbînertirîn televîzyona kurdî ye. Portal û sosyalmedyaya Rûdawê xwedî bêhtirîn xwîner û temaşevan in. Radyoya Rûdawê xwedî bêhtirîn guhdar e li Başûrê Kurdistanê.
Teknolojî li Rûdawê
Rûdaw yekemîn televîzyon bû di sala 2013an de bi sîstema HD li Kurdistan û Iraqê, herweha li gelek welatên navçeyê jî weşanê bike. Rûdaw di dema danîna plana teknîkî û destpêka weşana televîzyon, radyo û dijîtal medyayê de, herweha di dema nûjenkirina sîstemên xwe de hewl da baştirîn û pêşketîtirîn sîstem, software û amûran hilbijêre. Weha kir sîstema karkirina wê tam dijîtal be bi şêwazeke herî modern, ji bo ku bikare bi siruşta karê nûçeyan re bigunce û kêmtirîn rîsk tê de hebin.
Baştirîn sîstemên berhemanîna wêne û deng li kompanyayên Yamaha, Sony û Sennheiser bi rêya amûrên herî bihêz û bawerpêkirî yên Kompanyaya Imagine Communications bi baştirîn û naskirîtirîn sîstemên berhemanîna nûçeyan li cîhanê ve hatine girêdan ku berhema Kompanyaya AVID e û zîrektirîn şêwaza girêdana hemî beşan ji bo behermaîna dîtinbar, bihîstbar  û xwendinbar pêk tîne. Grafîkên sîstema VIZRT ku bi leztirîn şêwe baştirîn grafîkan amade dike li ser ekranên taybet ên Orion, Barco û Samsung nîşan dide, ji bilî grafîkên weşanê, pirzanyarîtirîn û balkêştirîn dîmenan ji temaşevanên Rûdawê re li ser televîzyon, portal û sosyalmedyayê amade dikin.
Lezgînî û hêza înternet û torên taybet ên navxwe yên Rûdawê bi piştevaniya baştirîn serverên DELL û HP û serikên Cisco dibin sedem ku hemî karmendên Rûdawê li her cihekî cîhanê bin mîna ku di hundirê jûrekê de kar dikin, pêwendiya wan hebe û nûçegihan bi rêya baştirîn enkoderên LiveU dîmenên bûyeran ji temaşevanên Rûdawê re veguhêzin. Ji bo cara yekem û wek tekane medya li navçeyê, Rûdaw bi amûrên AVID û VIZRT kariye sîstema Galary Automation ji bo studyoyên xwe bi kar bîne RTS Intercom û ASTRA BPS, hemî beş û karmendan bi rêya IP bi hev ve girê bide da ku baştirîn pêwendî û hevahengiya wan hebe.
Berhemên Rûdawê yên dîtinbar, bihîstbar û xwendinbar ji bo hemî platforman bi rêya enkoderên Ericsson ji bo satelîtê, transmîterên RVR ji bo radyo û bihêztirîn DATA CENTER li cîhanê bi piştevaniya IBM û parastina bihêztirîn sîstemên dijî êrişên DDOS bi lezgîntirîn şêwe digihin bikarhênerên Rûdawê.
Teknîka Rûdawê nûçe û zanyariyan ji Kurdistanê bi lezgîntirîn û baştirîn û nûtirîn şêwaz digihîne hemî derê û di dema karkirina xwe de nîşan daye ku ne tenê qet ji dezgehên herî pêşketî yên cîhanî ne kêmtir e, belkî di hin waran de kariye bi şiyaneke kêmtir û di jîngeheke zehmettir de jî ji wan çêtir teknolojiya serdemê bixe xizmeta ragihandinê.
Rûmalên Rûdawê
Rûmala bûyeran ji aliyê Rûdawê ve ji bo bûyerên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê, weha kir temaşevan, xwîner û guhdarên kurd li medyaya kurdî vegerin. Herweha bû cihê baweriyeke zêde ya xwîner û temaşevanan bi zimanên erebî û tirkî û elîteke fireh bi ingilîzî.
Rûmala Rûdawê bo êrişa DAIŞê li ser bajarên Iraq, Sûriyê û Kurdistanê bala hemî medyaya cîhanî kişand ser Rûdawê û Tora Medyayî ya Rûdawê kir çavkaniyeke sereke ya nûçeyan ji bo şerê DAIŞê. Rûmalkirina rasterast a meydanî ya êrişa DAIŞê li ser bajarê Mûsilê ji 10ê hezîrana 2014 heya derxistina wê ji destê DAIŞê di 07.10.2016an de, rûmalkirina êrişa DAIŞê bi şêweyê rasterast û meydanî berî hemî dezgehên medyayî ji bo ser devera Şingalê ji 3ê tebaxa 2014 heta derkirina DAIŞê ji Şingalê di roja 13ê mijdara 2015an de. Rûmalkirina êrişa DAIŞê li ser Kobanê bi şêweyê rasterast û meydanî ji 13ê îlona 2014 heya derkirina DAIŞê ji bajêr di 27ê kanûna duyem a 2015an de. Rûmalkirina êrişên DAIŞê li ser qezaya Mexmûrê li Parêzgeha Neynewayê, navçeyên dorhêla Kerkûkê, navçeya Gulale û navçeyên din ên Parêzgeha Diyale, Tikrît û Enbarê.
Gelek tişt li ser rûmala Rûdawê di şerê DAIŞê de hatin nivîsîn. Ji wan jî medyaya almanî sirinceke hûr xiste ser rûmala Rûdawê. Wek nimûne di rojnameya Tageszeitung a naskirî ya almanî di hejmara roja 10ê îlona 2014an de, di raporeke şîroveyî de derbarê karê medyayî li Rojhilata Navîn û navçeyên ku bûne meydana nakokî û cengê, Tora Medyayî ya Rûdawê wek çavkaniyeke bawerpêkirî ji bo Rojava wesf dike. Di wê raporê de ku bi sernavê (Nûçe ji bereya cengê), hatiye ku "Rûdaw, niha wek çavkaniyeke bawerpêkirî tê dîtin ji bo dezgehên medyayî yên Rojava. Rûdaw toreke medyayî ya kurdî ye, navenda wê ya sereke li Hewlêrê ye, paytexta Herêma Kurdistanê li Iraqê. Ev tora medyayî dixwaze platforma hemî kurdan be, li Rojhilata Navîn û hemî cihekî din ê cîhanê". Paşê behsa girîngiya televîzyona Rûdawê, wek beşeke Tora Medyayî ya Rûdawê dike û dinivîse: "Kanala nûçeyan, televîzyona Rûdawê beşeke vê torê ye, ku maweya salekê ye li seranserê cîhanê bi zimanê kurdî programên xwe, nûçe, roportaj û dîbeyatn diweşîne. Ji dema êrişên çekdarên Dewleta Îslamî ve, ev kanala nûçeyan, di lûtkeyê de ye". Di dirêjahiya raporê de behsa beşa ingilîzî ya poretala Rûdawê dike û tê de hatiye: "Beşeke girîng a vê tora medyayî, portala ingilîzî ye ku ji aliyê dîplomatkar, siyasetvan, zanistakr û karsazan ve tê bikaranîn". Aliyekî din ê wê raporê nerîna Prof. Dr. Ferhad Îbrahîm Seydar, mamosteyê zanîngeha Erfurt a Almanyayê ye û di vî warî de dibêje: "Kanala Rûdawê, çavkaniyeke bêalî (objektîf) e. Rûdaw ne mîna kanalên nêzîkî PKKê ye, ku tenê rê dide hinek aliyan ku bipeyivin. Di televîzyona Rûdawê de wek nimûne nûnerên hikûmeta Sûriyê, Tirkiyê û Iraqê derfeta wan a derbirînê heye. Ronahiyê dixin ser hemî helwestan". Ew mamosteyê zanistên siyasî girîmaneya wê yekê jî dike ku: "Heke di pênc salên bê de, ev kanal bi zimanên ingilîzî û erebî weşanê bike, dibe hevawaya Jezîre û CNN".
Herweha tora nûçeyan a NTV a almanî derbarê rewşa şêniyên navçeyên Şingalê, xasma êzdî, di rapora xwe de li gor zanyarî û nûçeyên Rûdawê behsa rewşê kiriye. Di rapora wê ajansê de hatiye, ku Rûdaw bi berdewamî raporên hûr û lezgîn li ser êrişa hêzên Pêşmerge bo navçeyê belav kiriye.
Rojnameya Kölner Stadt Anzeigr a almanî Rûdaw wek "dengê herêma aloz" bi nav kiriye. Rojnamevanê alman Wilfried Urbe di wê rojnameyê de derbarê Rûdawê nivîsiye "Kêm herêm hene ku niha wek Rojhilata Navîn nûçe jê derkevin. Rewşa zanyariyan pir bi mij û moran e, ji ber vêdîtina rastiyê pir zehmet e. Di wê rewşa aloz de kanala nûçeyan a kurdî ya Rûdaw bûye çavkaniyeke girîng" û, dibêje pêşbîniya siberojeke cîhanî ya pir mezin ji Rûdawê re tê kirin. Di dirêjahiya wê nirxandinê de hatiye ku di wan çend mehên dawî de medyaya rojavayî, xasma di bûyerên Iraqê de, pişta xwe bi Rûdawê girê daye wek çavkanî û dinivîse ku ji destpêka êrişên DAIŞê ve, Rûdaw bi awayekî pir berçav pêş ketiye. Her di wê raporê de hatiye ku Jezîre bi rûmalkirina nûçeyên girêdayî aloziyên Iraqê mezin bû û gihîşte asta BBC û CNN, Rûdaw jî di wê rêyê de dimeşe.
Bi saya rûmala serketî ya şerê DAIŞê, di 1ê nîsana 2015an de Tora Medyayî ya Rûdawê wek duyemîn televîzyona Rojhilata Navîn bû endama Komeleya Ewropî ya Pevguherîna Nûçeyan ENEXê. Herweha li gor rêkeftineke nivîskî di 9ê mijdara 2016an de bû hevbeşa ajansa nûçeyan a Associated Pressê. Bi vî awayî rûmalên Rûdawê bi logoya Rûdawê çûn ser ekrana bi hezaran televîzyonan di cîhanê de.
Ji bilî rûmala şerê DAIŞê, rûmala Rûdawê bo xwepêşandanên rastgir û çepgiran di du xwepêşandanên beramber hev de li bajarê Londonê di roja 16ê tîrmeha 2016an de ji Rûdawê hate veguhastin û ji aliyê ajans û medyayên cîhanê ve, êrişkirina ser Firokexaneya Navdewletî ya Stenbolê di şeva 28ê hezîrana 2016an de Rûdaw bû çavkanî. Di dema derbeya Tirkiyê di şeva 15ê tîrmeha 2016an de dîsa Rûdaw bû çavkaniyeke girîng. Di dema avêtinsera alîgirên Muqteda Sedir bo ser Perlemana Iraqê û destgirtina bi ser hola civînên Perlemana Iraqê di roja 31ê nîsana 2016an de, Rûdaw tekane çavkaniya guhastina wê bûyerê ji bo hemî cîhanê bû. Ligel bi dehan bûyerên girîng ên din. Herweha bi sedan VT û vîdyo ku di sedan televîzyonên cîhanê de hatine belavkirin.
Tora Medyayî ya Rûdawê her ji pêşî ve girîngiyeke mezin dide parastina giyan û ewlehiya hevkarên xwe, lê tevî vê yekê jî gelek caran tîmên Rûdawê rastî rêgirî, guvaş û metirsiyan hatine, xasma dema rûmal li navçeyên şer kirine. Girtin û serwindakirina nûçegihanê Rûdawê Ferhad Hemo di roja 15ê kanûna yekem a 2014an de li Rojavayê Kurdistanê, şehîdbûna pêşkêşkara program û rêvebera outputa Rûdawê Şîfa Gerdî di roja 25ê sibata 2017an de, bûyerên herî kambax û bêtar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re bûn.
Xelata Şîfa Gerdî
Piştî şehîdbûna Şîfa Gerdî, Tora Medyayî ya Rûdawê bi beşdariya çend medyakarên cîhanî, Xelata Cîhanî ya Salane ya Şîfa Gerdî çê kir û her sal dide rojnamevaneke jin ku karên vekolîn û dijwar kiribin. Di sala yekem de, xelata yekem di sala 2018an de bi amadebûna axêverê sereke yê merasîmê Serokê Berê yê Fransayê François Hollande bû para rojnamevan Cînan Mûsa ji televîzyona (Al Aan) TV. Xelata duyem di sala 2019an de bi amadebûna axêvera merasîmê Nûnera NY li Iraqê Jeanine Plasschaert bû para nûçegihana televîzyona CNN Arwa Damon. Herwisa xelata sala 2021 gihîşte peyamnêra televîzyona Sky News Alex Crawford.

 

PDF-Pirtûka Tora Medyayî ya Rûdawê

A Global Network, a Local Flavour


Two Languages, Two Dialects