Putin: Amerîka li nêzîkî Rûsyayê hebûna xwe ya leşkerî zêde dike

11-09-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Valdimir Putin Ocean-2024 Amerîka
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku Amerîka hebûna xwe ya leşkerî li nêzîkî sînorên rojavayê Rûsyayê zêde dike.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi video-konferansê beşdarî tetbîqata stratejîk a deryayî ya Ocean-2024ê bû.

Vladimir Putin ragihand ku Amerîka hewl dide raseriya leşkerî bi dest bixe û bi vî rengî hevsengiya hêzê ya heyî bişkîne û pêşbirka çekan provoke bike.

Putin got, “Amerîka bi kiryarên xwe yên êrişkar, hewl dide avantajeke leşkerî ya berbiçav bi dest bixe û bi vî awayî mîmariya ewlehiyê ya heyî û hevsengiya hêzê ya li herêma Asya-Pasîfîkê bişikîne.”

“Amerîka mercên xeternak diafirîne”

Li gorî Putun, Washington li Ewropa û herêma Asya-Pasîfîkê mercên xeternak û krîzê diafirîne û bi taybetî plan dike ku mûşekên menzîlnavîn û menzîlkurt li wir bi cih bike.

Bi gotina Putin, Amerîka û Ewropa her wiha “bi hinceta rûbirûbûna gefên Rûsya û Çînê” xwe amade dikin ku sîstemên mûşekî yên bipêşketî veguheze wan herêman.

Serokê Rûsyayê wiha axivî:

“Amerîka û peykên wê, bi hinceta li hemberî gefên qaşo heyî yên Rûsyayê û sekinandina Çînê, hebûna xwe ya leşkerî li nêzîkî sînorên rojava yên Rûsyayê yên li Arktik û li herêma Asya-Pasîfîkê zêde dikin."

Li gorî Serokê Rûsyayê pêwîst e welatî wî amade be ji bo bipaşxistina êrişên leşkerî yên muhtemel ên ji her alî ve.

“Ji bo çareserkirina pirsgirêkê rola hêzên deryayî girîng e”

Putin di heman demê de tekez kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê rola hêzên deryayî girîng e û wiha domand:

“Divê Rûsya ji her pêşveçûna rewşê re amade be û hêzên me yên çekdar jî divê amade bin ku berevaniyeke xurt a serwerî û berjewendiyên me yên netewî pêk bînin.”

Tetbîqatên Hêzên Deryayî yên Rûsyayê Ocean-2024ê di navbera 10 û 16ê Îlonê de li Okyanûsa Pasîfîk û Arktîk, Deryaya Navîn, Deryaya Xezerê û Baltîkê pêk tên.

Li gorî amarên Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, zêdetirî 400 keştiyên şer, keştiyên binê deryayê û keştiyên piştgiriyê, zêdetirî 120 balafir û helîkopter, nêzîkî 7 hezar çek, teknîkên leşkerî û alavên taybet û her wiha 90 hezar personelên leşkerî beşdar dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst