Şandeya Herêma Kurdistanê beşdarî Foruma Pîşesaziyê ya Rûsyayê bû

2 demjimêr berê
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Şandeya Herêma Kurdistanê beşdarî Foruma Pîşesaziyê ya Rûsyayê bû/Wêne: Rûdaw
Şandeya Herêma Kurdistanê beşdarî Foruma Pîşesaziyê ya Rûsyayê bû/Wêne: Rûdaw
Nîşan Herêma Kurdistanê Rûsya Pîşesazî
A+ A-

Petersburg (Rûdaw) - Di yekemîn roja Korbend - Pêşangeha "Pîşesaziya Rûsyayê" şanda ji Herêma Kurdistanê li gel Jûra Pîşesazî û Bazirganî ya parêzgeha Saint  Petersburgê kombûneke berfireh pêk tîne.

Şanda Kurdistanê bi serpereştiya Mihemed Şukrî - Wezîrê Weberhênanê ji 18 kesan pêk tê, ku tê de karsaz  û berpirsên Jûrên Bazirganî û Pîşesazî yên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Zaxoyê cih digrin.

Alîkarê Berpirsê Fermangeha Karûbarên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Daban Şadala got:

"Çend mijar hatin gotûbêjkirin û yek ji wan jî çandinî ye ku ew jî gelekî giring e.

Li vê derê bi kompanyayên ku wî warî de kar dikin behsa turîzmê jî hat kirin.

Di heman demê de endustrî û veberhênan jî hatin gotûbêjkirin."

Şanda Kurdî potensiyal û derfetên Kurdistanê bi vîdeo-danasîneke pêşkêş dike. Paşê her du alî behsa hêlên hevkariya pêkan bi hûrî rave dikin.

"Berhemên me bi ser Tirkiye û Îranê re digihîjin Kurdistanê"

Serokê Cîbicîkar ê Civata Karsazîyê ya Rûsya - Îraqê Maksîm Malyarçûk wiha anî ziman:

"Wekî Civata Karsazî ya Rûsya û Îraqê, erkê me yê sereke ew e ku em guzargehên rasterast ên lojistikê ji bo Îraqê bi ser Herêma Kurdistanê biçespînin

Ji ber ku bi giranî berhemên me bi ser welatên sêyemîn, bi ser Tirkiye û Îranê re digihîjin bazarên Îraq û Kurdistanê. Loma jî malîyeta berheman, bi xwezayî giran dibe."

Mijara sereke ya Pêşangeha "Pîşesaziya Rûsyayê-2024": Geşedana Teknolojiya bilind û Çavkaniyên Mirovî" ye.

Danûstana şanda Kurdî li gel nûnerên herêmên cuda yên Rûsyayê bi giştî li ser pêrspektîvên hevkariyê ne.

Alîkarê Wezîrê Geşedana Aboriyê yê Parêzgeha Ryazanê ya Rûsyayê Vladîmîr Jdanov wiha axivî:

“Me behsa potensiyalên xwe yên pîşesazî kirin. Li herêma Ryazanê gelek kompanya hene ku dam û dezgehên ji bo parzûngehên petrolê berhem tînin.

Her weha di warê karesteyên înşaetê de jî potensiyala me xurt e û em dikarin di wan hêlan de hevkarî bikin."

Berpirsên Jûrên Bazirganî û Pîşeseaziyê yên Kurdistanê encamên beşdariya xwe di vê pêşangehê de wek hêvîbexş dinirxînin.

Cîgirê Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Silêmaniyê Mihemed Resul Seîd ragihand, "Em geriyan û me çend kompanyayên mezin dîtin.

Me xwediyên van kompanyayan vexwend ji bo beşdarî pêşangehên Silêmanî, Hewlêr û Kurdistanê bibin."

Endamê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê Kameran Mihemed Salih got:

"Ew tişên ku ji bo Kurdistanê baş in, ew amûr û keresteyên ji bo rê û avahîsaziyê tên bikaranîn hemû pêşketî ne û piraniya wan jî bi kêrî Kurdistanê tên.

Me wan vexwend, înşelah di demeke nêzik de bên serdana Hewlêrê û em zêdetir guftûgoyan bikin."

Pêşangeha Pîşesaziya Rûsyayê sê rojan berdewam dike û zêdetirî 18 hezar mêvan ji her çar aliyên cîhanê tê de beşdarî dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst