Moskow (Rûdaw) - Îsal rojiya Misilmanan û Xiristiyanên Ortodoks ket heman mehê
Ji 1 Adarê Mislimanên cîhanê pêşwaziya meha Remezanê kir ku dê mehek bi rojîgirtinê ve dom dike.
Piştî sê rojan jî Rojiya Mezin a Xiristiyanên Ortodoksî dest pê kir.
Li gorî Încîlê, di Rojiya Mezin de, Xiristiyanên Ortodoksî rojîgirtina Îsa Mesîh û ceribandina wî ya li çolê bi bîr tînin.
Lewre, piştî vaftîzbûnê Hezretî Îsa çûye çolê û li wir çil rojan xwe ji bo mesîhtiyê amade kiriye.
Xwedayê me ji me dixwaze û em li ser şopa wî bin"
Keşeyê Ortodoksî Aleksandr wiha anî ziman:
"Xwedayê me ji me dixwaze û em li ser şopa wî bin, çawa ku wî 40 rojan li çolê roji girtiye.
Loma jî rojiya me ya sereke 40 roj in û Hefteya Pîroz jî bi ser zêde dibe. Wate, bi giştî 49 rojan dom dike.
Di Rojiya me da ya sereke heftiya pêşîn û heftiya dawîn ne, ku em bi tevayî ji xwarin û vexwarinê îmtîna dikin.
Di rojên mayîn de îzîna xwarin û vexwerinê heye lê tenê xwarinên diyarkirî. Mînak, xwarina hilberên bi jêderkên ajalan nabe.
Armanc ew e ku em, ji aliyê rûhî, giyanî ve xwe ji bo cejna Xiristanan ya serekî, Cejna Paskalyayê ra amade bikin."
Di maweya Rojiyê de bawermendên Xiristiyan der jê xweragirtina ji xwarinên mîna goşt, şîr û hêkan, her weha dive xwe ji alkol û şahiyên qerebalix jî dûr bigirin.
Li gor qanûnên xirîstiyaniyê, di maweya rojîgirtinê de sergerdanî û bikaranîna torên civakî jî maqûl nayê dîtin.
"Em bi dua, îbadet û rojiyê digihîjin rastiyê"
Bawermenda Ortodoksî Nadejda Romanskayayê got:
"Xwarina giyanî ji bo civaka Xiristiyanan di serî her tiştî tê. Lewre, wekî cem me dibêjin: `Emê tenê bi nan nejîn`.
Loma jî tenê bi dua û îbadet û bi rojiyê em digihîjin wê rastiyê ku nayê binpêkirin.
Rastî Mesîhê me ye ku em pey wî diçin û jê venegerin. Bê guman, Rojî, her wiha xweragirtina ji xwarinê ye jî. Zarokên me jî roji digirin.
Bi giranî zarokên Xirîstiyanên bawermend di her warî de aram û sernerm in, di xwarinê de jî. Bi giştî, ji heft saliyê ve ew êdî bi zanebûbûn roji digirin."
Rojiîgirtina di Îslamê û Mesîhîtiyê de ku armanca sereke ya her duyan îbadeta Xwedê ye, kêm caran dikeve eynî mehê.
Îsal rojiya bawermendên her du olan ji serê meha Adarê dest pê kir.
Misliman dê heta dawiya Adarê û Xiristiyan jî dê heta 20ê Nîsanê rojî bigirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse