Moskow (Rûdaw) - Ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, bazara taxeke Moskowa paytexta Rûsyayê veguheriye bazara gul û kulîlkan.
8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li seranserê cîhanê bi çalakiyên reng bi reng tê pîrozkirin.
Taxeke navendî ya bajarê Moskowê dageriyaye li bazara kulîlkan.
Hema bêje destê her kesî de ne bi desteyan, belkî bi gurzan û bi sêlikan kulîlkên curbicur û rengareng hene.
Karmendê ragihandinê Maksîm got, "Ev destegul ji bo hevjîna min a hezkirî re ye. Ez gelekî hez ji Cejna 8ê Adarê dikim.
Bi ya min, di rojeke wiha newaze de divê di serî de ji hemû dayikan re, ji hemû jinên malê re destegulên mezin bên diyarîkirin. Va ye, min çiqas karî û ewqas jî kirî."
"Divê em jî hinek zehmetê bikşînin û dilê hezkiriyên xwe şa bikin"
Şêwekarê bi navê Roman diyar kir "8 Adarê ye, li hemû jinan pîroz be! Binêrin, çend qerebalix e.
Divê em jî hinek zehmetê bikşînin û dilê hezkiriyên xwe şa bikin. ji hemû jinan re evîn, bextewerî û bihara rengîn!"
8 Adarê ku di destpêkê sedsala 20î de ji aliya jinên şoreşger Rosa Luksemburg û Klara Zetkîn wekî Roja Jinên Kedkar hatibû destnîşankirin, îro jî li Rûsyayê cejneke fermî ye.
Di vê rojê de ne tenê mêr kulîlkan dikirin ji bo hezkiriyên xwe.
Xwendekara zanîngehê Annayê got, "Ji dayika min re ye ev kulîlk. Ji bo xatirê wê, cara ewil e ku ez bê makîyaj deketime derve.
Dayê can, ez gelekî hez ji te dikim, dayika min a delal! Ev kulîlk hemû ji bo te ne."
"Dil dixwast ku cejnên wiha hîn zêdetir bûna."
Xwendekara zanîngehê Diyanayê wiha anî ziman, "Min ev destegul ji bo dayika xwe û ji bo dapîra xwe bijartine.
Dil dixwast ku cejnên wiha hîn zêdetir bûna. Lê dîsa jî, salê carek be jî,ku mirov wisa bi wirşedarî pîroz bike, ew jî baş e."
Endaziyar Pavel Vyatkîn ragihand, "Bê guman, em ne tenê bi kulîlkan jinên xwe pîroz dikin, em diyariyên giranbuha jî dikirin.
Em hewil didin di vê rojê de bi wan re bi nazîkî û bi rûgeşî tev bigerin.
Di karên malê de em ne tenê di 8 Adarê de alîkarî didin, her roj em dibin alîkar. Her çi pêwîst dibe em alîkarî didin."
Roja 8ê Adarê li Rûsyayê di avhewaya cejneke rasteqîn de bi rê ve çû.
Bazirgan Sergey diyar kir, "Ez binê malê dimalînim, firaqan dişom, her tiştî dikim.
Em ji zaroktiyê ve wisa hatine terbiyekirin. Loma jî bo me asayî ye.
Dayika min, dapîra min û du xwişkên min hene. Her tişt ji bo wan û ji bo xanimên me yên hezkirî."
Xwendekar Vyaçeslav got, "Binê malê gêzî dikim, dimalînim, firaqan dişom, gilêşan davêjim.
Her tiştî temîr dikim. Dikarim xwarinê jî bipêjim. Ew hemû bi xweşa wan tê. Wan dibim restorananan jî."
8ê Adarê ji bo gulfiroşan roja herî bikêr tê hejmartin.
Li gorî aborînasan, bi boneyê 8ê Adarê li Rûsyayê zêdetirî 160 mîlyon kulîlk têne firotin.
Cîroya giştî ya bazara gulîlkan tenê di meha Adarê de ji 35 mîlyar rûblî derbas dibe ku nêzî 400 mîlyon dolaran e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse