MOSKOW – Amadekariyên sersalê berdewam in: Kolan hatin xemilandin

25-12-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
MOSKOW – Amadekariyên sersalê berdewam in: Kolan hatin xemilandin
MOSKOW – Amadekariyên sersalê berdewam in: Kolan hatin xemilandin
Nîşan Moskow Sersal
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Li Moskowê 120 bazarên dara qacê hatin vekirin. Ji serê salê re ji hefteyekê kêmtir maye. Loma divê êdî li her malê dareke qacê yê xemilandî hebe.

Tevî hatina sersalê jî bazar ne germ e, diyar e îsal enflasyona giştî bandor li bazara daran jî kiriye.

Hat zanîn ku îsal ji bo firotin û xemilandina bajaran nêzîkî 60 hezar darên qacê tên birîn û bihayê daran jî îsal li gorî sala par ji sedî 7 Zedetir bûye.

Kebaniya malê Vasîlîsa Sergeyevayê got:

“Em her sal darên zindî dikirin. Îsal, rast e bihayê daran hinekî zêde bûye lê dîsa jî ez ê bikirim. Ew nêrîteke kevnar a Rûsî ye.

Ez ji welatê xwe gelekî hez dikim û rêzê li nêrîtên Rûsan digirim. Bav û bapîrên me girêdayî wê nêrîtê bûne. Loma ji bo min jî pir girîng e.”

Darên qacê, ji daristanên derdora Moskowê û ji herêmên Sîbîryayê tînin.

Ji bilî daran, divê gelek pêlîstok jî ji bo xemilandinê werin kirîn.

“Niha ez tenê pêlîstokên nû ji bo xemilandinê dikirim”

Mamosteya dibistanekê Yelena Îvanovayê anî ziman:

“Berê me dara zindî dikirî lê niha ez dê ya plastîk bikirim, biha bûye. Tu ewqas dirav didî û paşê davêjî, guneh e.

Dara plastîk mirov dikare her sal bixemilîne. Niha ez tenê pêlîstokên nû ji bo xemilandinê dikirim. Jê re zêde mesref naçe. Çend libên nû dikirim û yên kevn jî bi kar tînim.”

Bijîşka zarokan Natalia Vladîmîrovnayê jî got:

“Ji bo serê salê em zêdetir pêlîstokên nû dikirin û dara xwe dixemilînin. Herwiha bi şaxên ciwan pencereyên xwe dixemilînin.

Sê zarokên min hene û ew jî gelekî hez dikin ku sersalê mal xemilandî be.”

Li Rûsyayê xemilandina dara Noelê sala 1799an ji aliya Împarator Petroyê Mezin ve hatiye ferzkirin.

Heta wê demê civaka Rûsî sersal di meha îlonê de pîroz dikir û nêrîta xemilandina daran jî tunebû.

Di serdema nû de ji bilî hundirê malan, li kolan û meydanên bajaran jî darên Noelê tên xemilandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst