Kurdan li Moskowê Newroz pîroz kir: ‘Kurdistanek tê, bi xêr tê!’

23-03-2025
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Pîrozbahiya Newrozê ya li Moskowê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Pîrozbahiya Newrozê ya li Moskowê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Newroz Moskow Pîrozbahî
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – Li Moskowa paytexta Rûsyayê bi beşdariya Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê Newroz hat pîrozkirin.

Şahiya Newrozê ya li Moskowê, ji aliyê Civata Kurdî ya diyasporaya Kurdên Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin.

Li Rûsyayê piştî rûxîna rejîma Beşar Esed ev yekem şahiya Newrozê ye.

Rêkxerê şahiyê Baha Mayî got:

“Rejîm ketiye destê Îslamiyan û ew Îslamî jî kevneperest in.

Di mêjiyê wan Îslamiyan de heta niha mafên kesî nînin, bi taybetî jî mafên gelê Kurd.

Peyama me ew e ku îro divê Kurd yekrêziya xwe derxin û ji bo guftûgoyê herin Şamê li gel rejîma desthilat mafê Kurdan bînine cih.”

Peyama Serok Barzanî, mîna li hemû şahiyên Newrozê yên li Kurdistan û diyasporayê, li şahiya Civata Kurdî ya Moskowê jî hat xwendin.

“Yekgirtin kilîta serkeftinê ye”

Endamê Peymangeha Pêwendiyên Derve ya PDKyê Newzad Ezîz anî ziman:

“Peyama min peyama Serok Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê bû ku her dem Serok Barzanî dilsoz e û li her çar parçeyên Kurdistanê fikra birayên xwe dike.

Amojgariya Serok Barzanî daîma ji birayên xwe yên li Rojava û Bakur û Rojhilat re ew e ku yek bigirin û di ezmûnên xwe ji bo bidestxistina mafên xwe têbikoşin.

Yekgirtin kilîta serkeftinê û bidestxistina hemû mafan e.”

Şahiya Newrozê ya li Moskowê, wekî li tevaya Kurdistanê û derveyî welêt, tekane çalakî ye ku hemû parçeyên Kurdistanê digihîne hev.

Serokê Komeleya Kurdên Stavropolê ya Rûsyayê Memo Mamoyî jî li ser pîrozbahiyê da zanîn:

“Em jî wekî Kurdên Sovyetê pîrozbahî û bangî hemû gelê Kurd dikin, yekîtî, yekrêzî û tifaq!

Newroz pîroz be! Em alaya Kurdistanê, alaya rengîn li Rojavayê Kurdistan bi hev re pîroz bikin.

Bimbarek û pîroz be!”

Karsazê ji Başûrê Kurdistanê Heval Nizarkî got:

“Hêvîxwaz im ev cejn bibe hêmaya rêzgirtina miletê Kurd.

Destxweşiyê li Civata Kurdî ya Rûsyayê dikim ku ev aheng li dar xistiye û spas ji bo mandîbûna we jî.”

“Newroz bibe sedema azadiya Rojavayê Kurdistanê”

Karsazê ji Bakurê Kurdistanê Abdullah Akdag jî hestên xwe anîn ziman:

“Gelek kesên li vê derê, zêdetirî 15 sal in welatê xwe, axa xwe nedîtine.

Hemû bi hêvî ne ku îsal ev Newroz bibe sedema azadiya Rojavayê Kurdistanê û bi giştî her çar parçeyên Kurdistanê!”

Hejmara Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê li Rûsyayê digihêje nêzîkî 8 hezar kesan.

Piraniya mêvanên şahiyê ji Rojavayê Kurdistanê ne.

Jinên Kurd bi cil û bergên xwe yên herêma xwe beşdar bûne.

Penabera ji Efrînê Hêvîn Hemzeyê got:

“Adar, ser Kurdan hem cejn e, hem girîn e.

Îsal xweş tê Înşallah ji bo hemû Kurdan, ji bo her çar parçeyên Kurdistanê.

Kurdistanek tê, Înşallah bi xêr tê.”

Îlçîn Kobaniya ji Rojavayê Kurdistanê anî ziman:

“Ez Newrozê li hemû miletê Kurd pîroz dikim.

Înşallah bi pîrozbahî û li her derê bi selametî û bi xweşî be.”

Melîhaya xelka bajarê Kobaniyê jî got:

“Dilê min dixwaze em li Kobaniyê, li welatê xwe bin, Newroza xwe bikin.

Spas ji Xwedê re, li vê derê miletê me gî li vê derê ye, ji Kobanî, Efrîn, Qamişlo û Cizîrê.

Înşallah em dê vegerin welatê xwe.

Em Newroza xwe li welatê xwe bikin.”

Gerandina şahiya Newrozê ji bo Kurdên diyasporayê xwedî girîngiyeke taybet e.

Parastina çanda neteweyî, xurtkirina yekîtî û hevgirtina diyasporayê xalên sereke ne.

Ji bo nifşa nû ku li Rûsyayê ji dayîk bûne, Newroz tekane çavkaniyê wergirtina ruhê neteweyî û niştimanperweriyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst