Li Rûsyayê enflasyon bûye ji sedî 7,42

18-01-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Lêkolêr dibêjin rêjeya rast gelekî zêdetir e
Lêkolêr dibêjin rêjeya rast gelekî zêdetir e
Nîşan Rûsya Aborî Enflasyon
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Li gor amarên hikûmeta Rûsyayê di sala borî de enfalsyona wî welatî ji sedî 7,42 bûye.

Lêkolêrê serbixwe dibêjin rêjeya rast gelekî ji sedî 17an zêdetir e.

Ferqa ew qasî mezin a amarên hikumetê, bûye sedema nîqaşan.

Ji aliya din, daxuyaniya Serokê Rûsyayê ku gotibû hejmara hejaran li wî welatî daketiye 17 mîlyon kesî, mijareke giring ya rojevê ye.

Parlamentera Partiya Komunîst a Rusyayê ya Dumayê Anjelîka Glazkova got:

“Gelo, ma 17 mîlyon hejar  kêm e? Li pey her jimarekê welatiyekî me, malbateke me disekine. 17 milyon, rêjeya ji sedî 12  nufûsa Rûsyayê ye. Bê guman, ez dibêjim ew karesat e.

Dibêjin hejmara hejaran kêm bûye. Çawa kêm bûye? Bi vê enflasyonê hejarî hîn zêdetir dibe, ne ku kêm dibe.”

Lêkolerên serbixwe eşkere kirin ku sala borî  berhemên ku bihaya  wan herî zêde giran bûne wiha ne: hêk nêzîkî ji sedî 60, bacanên sor ji sedî 51, kelem ji sedî 29, mûz  ji sedî 46, goştê mirîşkan nêzîkî ji sedî 30 û goştê berxan ji sedî 17an.

Malnîşîn Nina Vasilyeva jî got, “Em neçarin her roj bixwin. Tu ji dikanê vedigerî malê, tûrik hema bêje valeye,Em jî malnişînin,rewşa me hîn girantir e.”

Xwendekara zanîngehê Anastasiya Belova jî got:

“Par herî zêde goştê mirişkan, goştê sor, berhemên şîr û hêk giran bûn  ku ew jî xorekên bingehîn in. Pir zehmet e lê em li ber xwe didin.”

Mezinbûna enflasyonê di wê demê de ye ku rubleya Rûsî bermaberî diravên biyanî her diçe bihêz dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst