MOSKOW - Îsal rêjeya geştyaran dikare rekorê bişikîne

Duh li 07:06
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Moskow Geştyar Serê Salê
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Li gorî texmînên pêşîn ên operatorên geştyariyê, îsal rêjeya serdana geştyaran a Moskowê dikare rekorê bişikîne.

Tê çaverêkirin ku di betlaneyên sersalê de li dora ji 300 hezarî heta 400 hezarî geştyar Moskowê ziyaret bikin.

Li gorî agahiyên Şaredariya Moskowê, ji hemû otêlên li paytextêji sedî 65 ji bo betlaneyên sersalê pêşwext hatine veqetandin.

Li navendê Moskowê herî zêde geştyarên ji welatên welç Çîn, Îran û welatên Ereban dikevin ber çavan.

“Em ji Îranê hatine”

Geştyarê ji Mazendarana Îranê Qezenfer got, “Gelekî xweş e, em pir kêfxweş bûn. Gelekî baş e.

Ev 3 roj in em  li vir in, 4 rojan jî li Sankt Peterburgê bûn.

Em ji bakûrê Îranê hatine, ji Mazendaranê, ji bajarê Babûrê.”

Geştyara ji Mazendarana Îranê Zehrayê jî got, “Rûsya welateke gelek, gelek, gelek xweşik û dîmenî ye.”

“Moskow bajarekî gelekî xweşik e”

Geştyara ji Tehranê Mayîdeyê jî got:

“Ji Tehranê ji bo yek hefteyê hatime. Çar rojan li Sankt Peterbûrgê bûm.

Ez dê sê rojan jî li Moskowê bim. Moskow bajarekî gelekî xweşik e.

Bi rastî em dê careke din jî vegerin vê derê. Otêla me jî pir baş e, hemû tişt tê de 400 dolaran e.

Gelekî baş e.  Ne giran e. Tenê kinc giran in. Wekî din tiştekî giran nîne.

Cara yekê ye ez hatime. Hem xurek, hem veguhastina nav bajêr pir baş e.

Li gorî welatên din, hem çûnûhatin, hem xwarin gelekî erzan e. Ji xeynî kincan. Wekî din her tişt pir baş e.”

“Xelkê Rûsyayê gelekî mêvanhez e”

Geştyarê ji Erebistana Siûdiyê Sixir jî got, “Rûsya xwedî dîrokeke pir dewlemend e.

Loma jî em zêdetir dixwazin li navenda bajêr û li vê  nuzexaneya dîrokî bigerin.

Xelkê Rûsyayê gelekî mêvanhez e. Kesî aciz nakin wekî li Ewropayê.

Kontrola polîsan jî tenê li vir heye, wekî din tevayî roj bê pirsgirêk e.”

Bê guman, rêjeya geştyariya navxweyî jî rojên betlaneyên serê salê bi awayekî ber bi çav zêde bûye.

Geştyara ji bajarê Yaroslavê Marîna Kurbatovayê jî got:

“Em çar cot malbat ji Yaroslavê hatine. Em her sal tên.

Tenê ji bo sê rojan hatine.  Me hostel ji berê ve veqetandiye, hosteleke ne mezin e lê reytînga wê pir baş e.

Me pir rehetî bi mehek pêş de rezervasyon kir û bihaya wê jî ne giran e.”

“Kêfa me pir xweş e”

Geştyara ji bajarê Tulayê Marfa Panteleyevayê jî got:

“Em tenê ji bo rojekî hatine, kêfa me pir xweş e. Em ji herêma Tulayê tên, nêzîkî Moskowê ye.

Hema bêje her ser salê de em tên. Em li vir namînin, ji ber ku nêzîk e. Rêya me 2 saat e. Loma jî em li hotelê namînin. ”

Sala borî, di betlaneyên serê salê de, Moskow du mîlyon mêvan pêşwazî kiribû.

Tê texmînkirin ku rêjeya salane ya geştyaran li Moskowê êdî ji 28 mîlyon kes derbas kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst