Putîn dê cara pêncemîn beşdarî hilbijartinên serokatiya Rûsyayê bibe

16-12-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Rûsya Vlamdir Putîn
A+ A-

Moskow  (Rûdaw) – Vladimir Putîn bi fermî ji bo serokatiya Rûsyayê wekî berendam hat nîşandan.

Li Moskowê, Koma Înîsiyatîfê ya Hilbijêran bi fermî Vladimir Putîn wekî berendam di hilbijartinên serokatiya Rûsyayê yên di Adara 2024 de destnîşan kir.

Di Koma Înîsiyatîfê de hunermendên navdar, werzişvan û kesayetiyên civakî cih girtin.

Protokol dê ji Komisyona Hilbijartinê ya Navendî re were şandin da ku biryarê li ser tomarkirina Koma Înîsiyatîfê bide.

Piştî wê dê dest bi komkirina îmzeyan ji bo piştgiriya Serokê niha yê Rûsyayê Vladimir Putîn wekî berendam were kirin.

Di Adara sala bê de Putîn dê wek berendamê xweser beşdarî hilbijartinan bibe.

Ji bo tomarkirina berendamtiya Putîn, pêwîstî bi 300 hezar îmzeyên hilbijêran heye.

Hefteya borî Putîn ragihandibû ku ew dê beşdarî hilbijartinên serokatiyê bibe.

Heta niha Vladimir Putîn 4 caran ji bo posta Serokê Rûsyayê hatiye hilbijartin ku ew jî ev in: salên 2000, 2004, 2012 û 2018an.

Piştî pesendkirina guhertinên destûra bingehîn, Putîn di sala 2024an de jî mafê berendamtiyê wergirt.

7ê Kanûna Pêşînê, Encûmena Federasyonê (Baska Jorîn a Parlamantoya Rûsyayê) biryarnameya li ser hilbijartinên Serokê Federasyona Rûsyayê pesend kir.

8ê Kanûna Pêşînê jî, Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî biryar da ku hilbijartin di nav 3 rojan de ji 15ê Adarê heta 17ê Adara sala 2024an bên lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst