Hewlêr (Rûdaw) - Li Moskow a Rûsyayê cejna neteweyî ya Yakûtan ku weke cejna serê salê ye li wî welatî tê pîrozkirin. Isiax cejna herî girîng a gelê Yakût e. Weke Newrozê, gelê Yakût jî di cejna xwe de kevneşopiyên xwe nîşan didin.
Li Moskowê, cejna neteweyî ya Yakutan Cejna 'Isiax' an ku Serê Salê tê pîrozkirin. Isiax cejna herî girîng a Yakûtan e ku ew bi xwe, ji xwe re Saxa dibêjin.
Cejna Isiax her wiha bûye wesîleyek ji bo nîşandana kevneşopiyên dêrîn ên gelê Saxa û gelên din ên Rûsyayê.
Sekretera Nûnertiya Komara Yakutiya-Saxa li Moskowê Vera Sveşnîkova got, “Cejna "Isiax" an ku cejna Serê Salê. Ew cejn ji serdema dêrîn li welatê me tê pîrozkirin û wek Serê Salê me ye. Em vê cejnê di dema Rojvegera Havînê de pîroz dikin. Piştî Zivistaneke dûr û dirêj, ev roj tê wateya hişyarbûna siruştê. Gel kom dibe û germbûna cîhanê û hişyarbûna siruştê pîroz dike.”
Yakûtî an jî Saxa, sersala xwe di rojvegera havînê de pîroz dikin. Ji ber ku zivistanê li Yakutiyayê pir sar e, mirov nikare derkeve şahiyê. Ji xwe, Komara Saxa herêma herî sar a Rûsyayê û ne tenê Rusyayê jî cemsera sermayê ya bakûrî li wir e. Yakut neteweyeke Tirkîziman e û kulta hespê li cem wan heta niha jî pir zindî ye.
Mamosteya Etnografyayê Mariya Sîrtiina anî ziman, “Li her cihê ku Yakût lê dijîn divê "Serge" lê hebe. "Serge" stûna hespgirêdanê ye. Yakûtê bê hesp, ne Yakût e. Loma jî divê her mêrek hespê wî hebe. Û "Serge" ya wî, an ku darê girêdana hespê hebe. Her jinek jî, divê çêleka wê hebe. Em gelê Saxa, hemû pûtperest in. Em stayîşî Erdê û Sirûştê dikin.”
Di şahiyê de govenda kevnar a gelê Saxa "Osuohay" tê gerandin û hemî mêvan dikarin bibin beşdarên vê govendê. Yakut dibêjin, govenda wan sembola pîroz a çerxa jiyanê ye.
Hunermend "Olonxo" (Dengbêj) Dmitriy Artrmyev anî ziman, “Em di cejna xwe de govenda "Ohu-o-hay" digerînin. "O-hu-o-hay" govenda me bi şikla rojê ye. An ku ew, govenda Rojê ye. Ji ber ku li Yakutiyayê zivistan pir dirêj e. Bawer bike, piştî 8 mehan ku êdî Tavê Rojê diyar dibe, gel derdikeve sirûştê û "Ohu-o-hay" digerîne. Di serdema dêrîn de ev govend sê roj û sê şevan dihat gerandin.”
Gelê Yakut xwedî folkloreke zengîn e, kinc û berg û xişrên wan pir bedew in. Muzîka Yakutan, mîna muzîka gelên Asya Navendî ye û amûrên wan ên muzîkê jî taybet in.
Hunermend û xamûsjen Margarîta got, “Ev amûreke çengê ye û li cem gelê Saxa, jê re dibêjin Xamûs. Ez niha ji we re melodiyek bijenim.”
Yakûtiya mezintirîn herêm û komara herî mezin a di nav Federasyona Rûsyayê de ye, û her weha yekîneya herî mezin a îdarî-erdî ya cîhanê ye. Ji hêla rûbera axê de, Yakutiya ji Arjantînê mezintir e lê nifûsa wê tenê 1milyon kes e an ku herêma Rûsyayê ya bi tîrbûniya nifûsa xwe ya herî kêm e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse