Rawîn Stêrk

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Stenbolê ye. Ji Adara 2016an ve li Rûdawê kar dike.
 

Rawîn Stêrk

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Stenbolê ye. Ji Adara 2016an ve li Rûdawê kar dike.
 

Jînname

Rawîn Stêrk, rojnamevanekî rewşenbîr û xwedan zanyarî ye, ji ber wê jî rûmal û VTyên wî herdem dibin cihê giringîdana bîner û guhdarvanan. Ji bingeha bûyeran vedikole û zanyariyên hûr û berfireh pêşkêşî bîner û guhdarvanên Rûdawê dike.

Rawîn Stêrk rûmala gelek bûyerên giring û hilbijartinên Tirkiyê kiriye, nûçeya bilindkirina Ala Kurdistanê, li Balafirxaneya Navdewletiya Ataturk di dema pêşwaziya li Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di 27ê Sibata 2017an de, bo cara yekem ji aliyê Rawîn Stêrk ve û bi rêya Rûdawê hat belavkirin û bû çavkaniya wê nûçeyê ji bo medyaya Tirkiyê û cîhanê.

Herwiha kuştina Qadir Sakiç li bajarê Sakariya di 16ê Mijdara 2018an de, ji ber axaftina bi Kurdî, bû çavkaniya dezgehên medyayê. Herwiha wek yekemîn dezgeha medyayî ya Kurdistanê, piştî aşkerebûna encamên destpêkê yên xûla yekem a hilbijartinên şaredariyên Tirkiyê, hevpeyvîneke taybet li gel Serokê Şaredariya Stenbolê, Ekrem Îmamoglu encamp da, wê hevpeyvînê li Tirkiyê û Kurdistanê gelek deng veda. Herwiha beşdarî di hevpeyvîneke hevbeş a hejmarek rojnamevanên Tirkiyê li gel berbijêrê Partiya Dad û Geşepêdanê yê bo serokatiya Şaredariya Stenbolê, Bînalî Yildirim de kir.

Rawîn Stêrk, çendîn caran rûmala bûyerên xeniqîna koçberan li deryayan di dema hewldana ji bo çûna ji Tirkiyê ve bo Ewropayê bi awayekî qaçax de kiriye.

Rawîn Stêrk, xwendina bingehîn û navendî li bajarê Semsûrê û qonaxa lîseyê jî li Meletiyê qedandiye. Beşa Şanoyê li Fakulteya Hunerên Cuwan a Zanîngeha Suleyman Demîrel xwendiye. Ji sala 2003an ve dest bi karê rojnamevaniyê kiriye, di çendîn rojname û kovaran de kar kiriye.