Dem ji bo Sumeyeya bi SMAyê ketiye kurt dibe: Ji 3 mehan kêmtir ma

25-09-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Kampanya komkirina alîkariyan bo Sumeyeyê berdewam e
Kampanya komkirina alîkariyan bo Sumeyeyê berdewam e
Nîşan SMA Sumeye Alîkarî Kampanya
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Bi Sumeyeya 4 salî re nexweşiya SMAyê heye û divê malbata ji bo dermankirina milyonek û 698 hezar euro bide hev.

Nexweşiya SMAyê di van salên dawî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her ku diçe zêde dibe.

Ew nexweşî him jiyana zarokan dixe metirsiyê û him jî malbat di nava bêçaretiyê de ku li rêyeke rizgarkirina zarokên xwe digerin.

Ji ber ku dermanê vê nexweşiyê li Tirkiye nîne û dewlet jî heqê dermanê wê nexweşiyê nade, malbat neçar dibin bi kampanyayên piştgiriyê pereyekî gelekî mezin berhev bikin da zarokên xwe bibin li derveyî Tirkiyeyê derman bikin.

Yek ji van jî Sumeyeya 4 salî ye ku tipa herî giran a vê nexweşiyê pê re heye.

Ji bo tedawiya wê pêwîstî  bi milyonek û 689 hezar euro heye. Heta niha ji sedî 78ê vî pereyî hatiye berhevkirin lê kampanya hêdî dimeşe û dem hindik maye.

Eger pere temam nebe, dê dewlet dest dayne ser pereyê ku hatiye berhevkirin jî.

Malbat banga alîkariyê dike

Îbrahîm ku heta beriya du salan li Qerejdaxê şivan û cotkar bû, ew du sal in nizane bi kîjan alî ve here û bajar bi bajar bo berhevkirina pereyan digere.

Niha jî ji bajarê Aydinê vedigere da ku malbat û zarokên xwe bibîne. Paşê ew dê dîsa ji bo meşandina kampanyayê vegere.

Keça wî Sumeye ku temenê wê 4 sal û nîv e, bi nexweşiya SMAyê hatiye dinê.

Îbrahîm ji bo tedawiya keça xwe mala xwe tîne Stenbolê û hewleke mezin dide da wê ji destê mirinê rizgar bike.

Wext hindek maye

Îbrahîm Kurtaliş ji Rûdawê re wiha axivî:

“Me xwest em dengê xwe bidin bihîstin lê nayê bihîstin. Di vê kampanyayê de mirov çi qasî dengê me bidin bihîstin dê ew qasî zû kampanya bi dawî bibe.

Tenê derdê me ew e ku zaroka me rizgar bibe. Me heta niha gelek ked daye û em dixwazim berhema wê keda xwe bibînin.

Zêde wext nemaye û eger dema parêzgariyê diyar kiriye bi dawî bibe em êdî nikarin alîkariyan jî kom bikin.”

Coreya herî giran pê re heye

Sumeye ji ber vê nexweşiyê ne dikare bimeşe, ne dikare li ser xwe bisekine û ne jî bixwe û vexwe.

Tîpa 1ê ya SMAyê pê re heye ku ew core ya herî  xeter a vê nexweşiyê ye.

Odeyeke malê wekî ya nexweşxaneyê ye û dayîka wê bi çend cîhazan hewl dide êşên keça xwe kêm bike.

Pêwîstî bi milyonek û 689 hezar euro heye

Lê dema wê kêm dibe. Bo tedawiya Sumeyeyê pêdivî bi milyonek û 689 hezar euro heye.

Heta niha milyonek û 317 hezar euro hatiye berhevkirin.

Bes kêmtir ji 90 rojî maye ku dema kampanyayê bi dawî were.

Eger heta wê demê pereyê mayî jî neyê berhevkirin dê dewlet dest dayne ser ê berhevkirî jî û çarenûsa Sumeyeyê dikeve xetereyê.

“Em bi cîhazan wê xwedî dikin”

Dayîka wê Fîdan Kurtalişê jî got:

“Em piranî wê bi cîhazan xwedî dikin. Behna wê nayê der. Em her tim van amûrê bi kar tînin.

Skoliosisa wê pêş ketiye. Ji bo nexweşî pêş nekeve em her tim korseyê bi kar tînin. Her kes alîkariya keça min bike, ew dê bigiheje dermanê xwe. Înşelah ew dê baş bibe.”

SMA yek ji nexweşiyên herî giran û bêçare ye. Li ser rûyê cîhanê dermanê herî giran ê vê nexweşiyê ye û ew jî tenê li Amerîka, Almanya û Dûbaiyê heye.

Dewletên din hîna destûra vê tedawiyê nedaye.

Li Tirkiyeyê zêdetir ji hezar zarokên bi SMAyê hene û malbat bêçare ne.

Dewlet heqê tedawiya vê nexweşiyê li xwe nagire û malbat li ser êr û avê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst