Biryara wezaretê nayê qebûlkirin: Li vî welatî 25-30 milyon Kurd dijîn lê Kurdî nîne

29-08-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan e-reçetem Kurdî Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê qedexeyên li ser Kurdî didomin. Kurdî li gelek qadên jiyanê tê astengkirin.

Nebûna Kurdî li sazî û dezgehên fermî li qada online jî berdewam dike.

Herî dawî Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê Îngilîzî, Fransî, Almanî, Erebî û Rûsî li sîstema reçeteya online (e-Reçetem) zêde kirin.

Lê Kurdî li vê qadê jî ji xwe re cih nedît.

Him saziyên pêwendîdar him jî civak û siyaset bertekê didin vê yekê û vê biryarê qebûl nakin.

Gelek kes û sazî banga wê yekê dikin da ew mafê ku bo hejmareke kêm ya xelkê heye, ji milyonan Kurd re jî hebe.

“Ji 4 paran pareke xelkê ji ber ziman nikare xizmeta tenduristiyê bibîne”

Rêvebirê Yekîtiya Bijîşkên Tirk Cîgerxwîn Polat got:

“Dema ku bariyera zimên û astengî radibin hûn dikarin xizmeteke baştir ya tenduristiye bidin.

Jixwe li bajarên Kurdan nifûseke zêde hîn jî bi Kurdî dijî.

Ji 4 paran pareke xelkê ji ber ku bi zimanê xwe nikarin xizmeta tenduristiyê bibînin, nikarin bigihîjin xizmeteke baş a tenduristiyê jî.

Ji bo ku pêşiya wan daxwazan bêne girtin ew helwest derdikeve.”

Li hemû qadên din yên jiyanê jî rewşa Kurdî heman rewş e

Ne tenê li qada tenduristiyê lê li hemû qadên din yên jiyanê jî rewşa Kurdî heman rewş e.

Lê ji ber ku meseleya tenduristiyê jiyanî ye, nebûna Kurdî li nexweşxane û saziyên din her cihê nîqaşê ye.

Li gorî sendîkayan, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê ji çar kesan yek nikare derdê xwe bi Tirkî rave bike.

Herwiha nebûna zimanê zikmakî dibe sedema nebûna tedawî û çavdêriyeke baş a sihetê jî.

“Li vî welatî 25-30 milyon Kurd dijîn lê Kurdî nîne”

Hevserokê HDPyê yê Berê Sezaî Temellî anî ziman:

“Wezaret Tenduristiyê radibe ji bo ku bi her zimanî xizmeta tenduristiyê bê dayîn gavekê diavêje lê Kurdî nîne.

Li vî welatî 25-30 milyon Kurd dijîn lê Kurdî nîn e. Bi vê helwestê hûn nikarin siyasetê bikin.”

“Dema te ziman tune hesiband tu Kurdan jî tune dihesibînî”

Serokê Berê yê Kurd-Derê Mistefa Karahan diyar kir:

“Kurdan tune dihesibînin. Zimanê Kurdî tune dihesibînin. Dema te ziman tune hesiband tu Kurdan jî tune dihesibînî.

Ew polîtîkaya yekzimanî, yekmiletî yekkesî ye.

Ew ji destpêka komarê ve wisa ye û jixwe her tim Kurd tune hatine hesibandin lê gelê me vê yekê qebûl nake.”

“Bi taybetî ji bo Erebî hatiye kirin”

Li gorî çavdêran ew pêkanîn “bi taybetî ji bo Erebî hatiye kirin.”

Ji ber ku hejmara koçber û welatiyên welatên Ereb ku li Tirkiyeyê niştecî bûne gelekî zêde bûye.

Ji ber wê Erebî lê hatiye zêdekirin. Bes ji ber ku dijberiya koçber û Ereban li nava Tirkiyeyê zêde bûye, ew zimanên din jî li sîstemê hatine zêdekirin da nîqaşeke nû dernekeve.

Lê her çibe jî derfeta ku ji bo kêmtir ji milyonek kes hatiye dayîn, ji bo nêzikî 30 milyon Kurd ku welatiyên Tirkiyeyê ne, nehat pejirandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst