Li Stenbolê Festîvala Laleyan didome: Geştyar dîmenên nazende li bîranînên xwe zêde dikin

20-04-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Li Stenbolê Festîvala Laleyan didome
Li Stenbolê Festîvala Laleyan didome
Nîşan Festîvala Laleyan Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê wekî her salên çûyî îsal careke din meha nîsanê wekî “Festîvala Laleyan” hate ragihandin û bi milyonan laleyên cor bi cor li çarmedorên bajêr hatine çandin.

Bi boneya şînbûna laleyan, li seranserî Stenbolê bi dirêjahiya mehê, bi dehan çalakiyên hunerî, dîdarên kulturî û aktîvîteyên cuda jî têne amadekirin.

Park û cihên geştê jî bi laleyên rengo rengo mêvandariya xelkê dikin.

Bi taybetî geştiyar eleqeyeke zêde bi laleyan didin.

Stenbol ku bi dîrok û dewlemendiya xwe xwedî çendîn sembolan e, di van rojan de xwe ji kulîlkên biharê re terxan kiriye.

Lale ango helale ku wekî sembola bajêr têne zanîn di werza şînbûnê de ne û park û mêrgên bajêr bi dehan corên wê xemilî ne û bi dirêjahiya mehê jî Festîvala Laleyan hatiye ragihandin.

“Dîmenên nazende li bîranînên xwe zêde dikin”

Xelkê bajêr û geştiyar bi heyranî û kêfxweşiyeke balkêş li nava baxên laleyên reng bi reng digerin, dîmenên nazende jî li bîranînên xwe zêde dikin.

Nişteciha Stenbolê Çagdaş Gokçeyê got:

“Em gelekî bi heyecan hatin. Her der rengo rengo ye û me hîs kir ku bihar hatiye. Gelekî xweşik e”

“Dema em tên nava baxê laleyan bêhna me derdikeve”

Welatî Ruveyda Azmanê jî da zanîn ku lale ji bo Stenbolê gelekî girîng in û got:

“Em bixwe gelek jê hezdikin. Hun dizanin corê taybet ango laleyên reş jî li vir hene.

Dema em tên nava baxê laleyan bêhna me derdikeve em xwe baş dihîsin.

Vê carê min nêbiya xwe jî anî min xwest ew jî vê bedewiyê bibîne û tişt û cihên dîrokî bizenibe.”

Lale di dîroka Stenbolê de xwedî cihekî heta bêje taybet e. Bajar weke bajarê vê kulîlkê tê zanîn heta di serdema Osmaniyan de jî navbera sala 1718 û 1730 weke ‘Serdema Laleyan’ hatiye qebûlkirin.

1520 corên laleyan hebûn

Wê demê hejmara corên laleyên li bajêr nêzikî hezar û 520an bû.

Niha hejmara wan dora sed coran e lê dîsa jî li temamê bajêr dora 9 milyon lale hatine çandin meha nîsanê careke din “Serdemê Laleyan” e.

Salên çûyî zêdetir ji 20 milyon lale dihatin çandin.

Ji ber krîza aborî hejmara çandina wan jî kêm bûye.

Lê dîsa jî şaredarî di serî de hemû saziyên fermî qîmeteke zêde bi wê kulîlkê didin û ji bo zêdekirina corên wê jî xebat berdewam dikin.

Laleya dêrîn tevî hemû mercan jî dê bi dirêjahiya mehê weke mêvana herî bi qîmet ya bajêr bê hewandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst