Fîlma 'Li Sûrê Dewran' hat nîşandan

14-10-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Li Sûrê Dewran
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Fîlma bi navê ‘Surda Devran’ ango ‘Li Sûrê Dewran’ ya derhênerê Kurd Haşîm Aydemîr bi galayeke qerebelix kete vîzyonê.

Li Stenbolê bi boneya nîşandana ewil hejmareke zêde navdar û xelkê kurd ku li vî bajarî ne hatin ba hev.

Fîlm beriya ku bê nîşandan bûbû armanca gelek rexne û nîqaşên cihê.

Fîlma ku di cûreyê komedî hatiye kişandin ewê li temamê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bê nîşandan.

Bi boneya nîşandana fîlma “Li Sûrê Dewran” li hola sînemayê eleqe û meraq li asteke balkêş e.

Fîlma derhênerê Kurd Haşîm Aydemîr li Stenbolê bi galayake girseyî ku li çend salonan bi hev re hate kirin kete vîzyonê.

Mîzah û komêdiya Amedê ewê li temamê Tirkiye were nîşandan.

“Tiştên ku em pê digirîn jî cihê kenê bûne”

Lîstikvan Yuksel Unal got “Tiştên ku îro li Amedê em pê dikenin tu nabê tiştên girîng nêbûne.

Lê tiştên ku em pê digirîn jî cihê kenê bûne. Me ew yek fam kir.”

Lîstikvan Rûken Onenê wiha anî ziman, “Di fîlma me de jiyan û sosyolojiya Amedê ji hêleke polîtîk ve tê nîşandan.

“Me film bi xelkê Sûrê re kişand”

Di dema kişandinê de hinekî zehmetî hebûn lê gelek jî bi kêf bû. Me film bi xelkê Sûrê re kişand û em gelekî jî kêfxweş bûn.”

Fîlma ku Sirri Sureya Onder, Nazmî Kirik û hejmarek lîstikvanên naskirî tê de cîh digirin çîroka 3 kesên ku weke Qirixên Amedê dijîn bi kevokan re mijûl in tîne ser perdeyê.

Beriya ku were nîşandan, ji ber rûxyana ku li Sûrê qewimî ye rastî rexneyên giran hatibû.

Senarîst Huseyîn Kûzû wiha axivî, “Di fîlmê de tiştên prîmîtîf hene rast e û tenê li ser yek xetê dimeşe.

Paş de hatin û honandineke wisa kêm e. Tu dibê qey ewê neqede lê fînal tê kirin û fîlmekî ne xirab e.”

“Di fîlmê de eziyeta ku gelê me dîtiye hebû”

Dengbêj Kazo got, “Di fîlmê de tiştên ku derbas bûne û eziyeta ku gelê me dîtiye hebû û ew anî bîra me.”

Kerem Sevînç diyar kir “Li gorî min kêmasî hebe jî xweşbû.”

Fîlma ku senaryoya wê ji hêla Sabahat Altıparmakoglu ve hatiya nivîsîn û temamê wê li Amedê hatiye kişandin bi Kurdî û Tirkî ye.

Jiyana ku di ber siya şerê ku salên 90î de berdewam dikir, di fîlma wekî fon cîh digire û rêwitiya li dû kevokekê ya sê ciwanan bi zimanekî mîzahî tê vegotin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst