Bi dehan girtî tevî ku cezayê wan temam bûye nayên berdan

24-06-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Newzat Ozturk Girtî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi sedan girtî û zindaniyên ku bi dehan sal in di girtîgehan de ne û cezayê wan bi dawî hatiye ji ber hincetên cûda nayêne berdan.

Hejmara wan girtiyan kesan bi sedan tê tarîfkirin ku pirê wan cezayê xwe yê muebetê temam kirine lê ji ber cezayên disîplînê ku di dema girtîgehêdebûne li wan hatiye birîn înfaza wan tê texîrkirin.

Tenê li girtîgeha Bolû yê cezayê 12 kesan tam 30 caran hatiye dirêjkirin. Parêzer didin zanîn ku ew ne li gor tu qanûn û yasayan e û malbat jî piştî bi dehan salan ketine xema wê yekê ku xizmên wan piştî ku temenê xwe di girtîgehan de derbas kirine jî nayêne berdan.

Nezat Oztûrk di sala 1992an de ji ber hincetên siyasî hate girtin. Keça wî 4 salî, kurê wî jî 2 salî bû. Newzat tam 31 sal ji temenê xwe di girtîgehê de derbas kirin û cezayê xwe temam kir. Malbat û

dostên wî li bendêbûn di 20 hezîranê de bihata berdan. Lê ji ber cezayên disîplînê 3 meh 20 rojên din li wî hatin birîn û ne diyar e bê ka wê demê jî tê berdan yan na.

Jiyan Ozturk keça Newzat Ozturk Birayê min nexweş e roviyên wî kul in û 4-5 caran emeliyat bûye. Pêwîstiya wî gelekî bi bavê min heye. Ez bi xwe ne li cem malbatê me ji ber wilo jî bo min hîn girantir e. Ji têra xwe nêhiqûqî çêbû, gelek caran sirgûn bû û cihê wî hat guhertin. Bi salan me hevdî nedît. Me di gelek zehmetiyan de ev 30 sal derbas kir û bi rastî jî êdî tehemula me nemaye.”

Di van salên dawîn de li girtîgehên Tirkiye rêbazeke nû tê bikaranîn. Girtiyên ku cezayê xwe temam dikin, li şûna ku bêne berdan, lijneyeke girtîgehê di derheqê wan de raporekê amade dike. Eger ew rapor rewşa wan girtiyan bo berdanê goncav nebînin, azadiya wan bidestê wan nakeve. Ew kesên ku em behs dikin jî bi temamî girtiyên Kurd û siyasî ne.

Eren Keskîn dibêje “Bi taybetî li hemberî hemû girtiyên kurd ew pêkanîn tê kirin. Hema bêje hejmara ku di dema xwe de têne berdan qet nema ye. Ya rast hinceta wan cezayên disîplînê jî bi temamî li ser dijberiya hebûna Kurdbûnê ye. Axaftina bi Kurdî, qisekirina Kurdî bi malbatan re, nameyên ku bi Kurdî hatine nivîsîn sedema van cezayan in. Van li hemberî Kurdbûnê bikartînin.”

Rewşa Newzat Ozturk ya zindaniyên din çendîn car li parlemena Tirkiye jî bûye rojev lê ta niha ew rêbaz berdewam dike.

Parlementera YSPê Dîlan Kunt Ayan anî ziman “Newzat Ozturk ê ku di girtîgehê de qeyrana dil derbas kiriye û gelek nexweşiyên wî yên giran hene jî yek ji wan kesan e ku bi rêbazên bêhiqûq azadiya wî hatiye astengkirin.”

Tenê li girtîgeha Boluyê cezayê 12 kesan tam 30 caran hatiye dirêjkirin. Li Sîncanê dora 20 kesan ceza temam kirine lê nayên berdan. Rapor an jî xebateke ku li ser hejmar û vê rewşê hatibe kirin nîn e. Lê bi sedan mînakên wisa hene ku gelekên wan jî nexweşên nexweşiyên giran an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst