Rê li ber meşa Serokê Komeleya HezKurdê hat girtin

24-07-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Parêzer Suphî Ozgen biryar dabû ji Stenbolê ber bi Enqerê ve ji bo balê bikeşîne li ser zimanê Kurdî  meşekê bide destpêkirin.
Parêzer Suphî Ozgen biryar dabû ji Stenbolê ber bi Enqerê ve ji bo balê bikeşîne li ser zimanê Kurdî meşekê bide destpêkirin.
Nîşan Zimanê Kurdî HEZKURD Suphî Ozgen
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Serokê Komeleya Hereketa Zimanê Kurd (HezKurd) Suphî Ozgen ku dixwest bo bal kişandina ser zimanê Kurdî ji Stenbolê bo Enqerê bimeşe ji aliyê polîsan ve hate rawestandin. Eşkere bû ku parêzgariya Stenbolê ew meş qedexe kiriye û rê nehate dan ku Ozgen dest bi meşa xwe bike. Suphî Ozgen dide zanîn ku ew dê ligel dadgehê îtiraza wê biryarê bike û her bi çi awayî be ew dê meşa xwe bide destpêkirin.

Serokê Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) parêzer Suphî Ozgen biryar dabû ku di roja sedsaliya peymana Lozanê de ji Stenbolê bo Enqere meşekê bide destpêkirin. Mebesta wî statuya zimanê Kurdî bû. Lê dema ku ji tramvayê peya bû polîs dora wî digirin û rê bo wê çalakiyê nehat dayîn.

Serokê Komeleya Hezkurd Suphî Ozgen got: “Armanca min ew bû ku ez daxwaza mafê zimanê Kurdî ez bînim rojeva raya giştî ya nav welat û dervey welat û rayedarên Tirkiyê. Armanca min ev bû. Ji ber ku îro salvegera Peymana Lozanê bû min îro min xwest bidim destpêkirin. Ji ber ku qedexe kirin, ez dê destpêkê îtiraz bikim, eger dadgeh îtiraza min qebûl bike ez dê dîsa bimeşim.”

Polîsên ku rêya wî birîn biryara parêzgariya Stenbolê jî nîşanî wî dan. Parêzgarî weke hincet mixalefeta li hemberî qanûna meş û çalakiyan nîşan dide. Parêzer Ozgen jî li Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ew dê îtiraza xwe ligel dadgehê bike û biryara xwe ya meşê bi awayekî bi cî bîne.

Rêvebirê Komeleya Hezkurdê Giyaseddin Abûşak jî got: “Qedexekirina vê meşê yekser ji me re vê yekê îspat dike ku gotinên dibêjin li Tirkiyê pisgirêka Kurdî û Kurdan nemaye û hemû kes wekî hev in vala ne û ne rast in.”

Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî ku navenda wê li Stenbolê ye heta niha ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê gelek xebatan dike. Bi taybetî di demên serlêdana dersên bijarte de jî vê komeleyê bi belavok û xebatên din bal dikişand ser vê mijarê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst