Li Stenbolê di konteynerekê de 3 ciwan şewitîn: Sedem diyar bû

15-01-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Di encama şewatê de 3 karkeran canê xwe ji dest da û du karker jî birîndar bûn
Di encama şewatê de 3 karkeran canê xwe ji dest da û du karker jî birîndar bûn
Nîşan Stenbol Konteyner Şewat
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li navçeya Sultanbeylî ya navçeya Stenbolê, karkerên ku di konteynerekê de diman tûşî şewateke bihêz bûn.

Di encama şewatê de 3 karkeran canê xwe ji dest da û du karker jî birîndar bûn û rewşa biranderekî jî xedar e.

Hat zanîn ku dema karkeran serê sibehê xwestiye bi tînerê sobê pêxin, agir bi tînerê ketiye û pêtên agir li konteynerê belav bûne.

Karkerên ku jiyana xwe ji dest da yek xelkê Qersê, yek yê Îdirê û yek jî ji Turkmenistanê ye.

Ew şewat, pêt û alavên ku serê vê şefaqê bi ezmên ve dipekin, bu bizot û ket nava 3 malan.

Li wê kargeha taybet 5 karkerên ku li vir kar dikirin di konteynerê de diman.

Piştî ku şewatê her derên konteynerê dada, karkerên ciwan di hundir de asê man.

Yek bi giranî, du ji wan bi birîndarî derketin lê Muhammed Şahînê 16 ku xelkê Qersê, Murat Çolakê 23 salî yê ji Îdirê tevî Firat Karadaxê ji Turkmenistanê jiyana xwe ji dest da.

Piştî ku tîmên hawarçûnê agir tefandin rewş zelal bû û hat zanîn ku termên her sê karkeran bi temamî şewitîne.

Xizmên karkeran bi çavên girî û şîngirtinê gihîştin cihê bûyerê lê ji êşê pê ve tiştekî  ku bikin nemabû.

Termên karkeran piştî lêkolînan ji cihê bûyerê hatin rakirin.

Li gorî agahiyan xwediyê kargehê jî xelkê Îdirê û mirovê wan karkeran e ku jiyana xwe ji dest da.

3 ciwanên din ên ku ji bo debarê ji war û welatê xwe dûr ketibûn, di tabûtan de li malên xwe vedigerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst